المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA PAKREWAN CIWAN ELQUTNA CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DARXIST…

0 87

di roja Çarşemê 30.12.2020an de,encûmena xwecihî ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,civîna xwe ya asayî li darxist.

Di destpêkê de xulekek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê namir rawestiyan .

Herwiha Serokê xwecihiyê mamoste Idrîs Şêx Xelef rawestiya li ser rewşa rêxistinî.

di derbarê rewşa rêxistinî de  , rapora hatî ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin û hemû endam hatin agahdarkirin bi biryarên nû yên hatibûn derandin ji aliyê Emendariya giştî ya ENKSê.

Û civat bi awayekî berfire li ser rewşa rêxistinî gengeşekir,di derbarê pêşketina xwecihiyê de û bicihênana wê di nava cemawer de.

Herwiha cîgerê serokê xwecihiyê mamoste Eşref El-mela,jî rawestiya li ser rewşa rêxistinî û tekez bû li ser Pabendbûn û beşdarbûna civatan.

Herwiha Serokê xwecihiyê rawestiya li ser hemû bûyerên herî dawî yên siyasî û bi taybet li ser rewşa kurdî -kurdî di derbarê têgihiştinên herî dawî ji danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de.

Herwiha civat li ser rewşa nexweşiya veyrûsa Korona jî rawestiya.

Herwiha Xwecihî rawestiya li ser liv û tevgera hêzên beşdar li ser xaka Kurdistana Sûriya û bi awayekî berfire rawestiya li ser rewşa herêmên Kurdî û bi taybet rewşa În Îsa.

Herwiha hemû mijarên hatin şirovekirin,ji aliyê beşdarbûyan hat gengeşekirin.

Herwiha di dawiya civatê de,serokê xwecihiyê spasiya hemû endamên xwecihiyê û cemawerê bi ser wê ve kir li ser beşdarbûna wan di roja Aleya kurdî de.

Ragihandina ENKSê
raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.