Home / Çalakî / SALVEGERA 6EMÎN LI SER ŞEHADETA PÊŞMERGEYÊ QEHREMAN “DELÎL HISO” DERBAS DIBE ….

SALVEGERA 6EMÎN LI SER ŞEHADETA PÊŞMERGEYÊ QEHREMAN “DELÎL HISO” DERBAS DIBE ….

Hêza pêşmergeyên Kurdistana sûriyê ku wekû “leşkerê roj” tê naskirin , di 12/3/2012an de  ,bi biryarekê ji serok Mesûd Barzanî hat damezirandin .

û herwiha ev hêz bi qehremaniyeke pir mezin mil bi milê pêşmergeyên herêma kurdistanê re şer kirin di rûbirûbûna rêxistinên terorîst yên Daîşê û Dijminan de.

Û Leşkerê Roj ji dema damezirandinê ta niha bi dihan şehîd û sedê birîndar daniye.

Û herwiha di rojeke weke îro 4 Sibatê sala 2015an ,  di şerê rûbirûbûna rêxistinên terorîst de pêşmerge “Delîl Mîzer Hiso “, canê xwe ji dest da li devera Giwêlan yê bi ser navçeya Duhokê ve .

Û herwiha navê şehîdê pêşmergeyê Leşkerê Roj li gor nav û dîroka Şehîdbûnê:
– Pile: Pêşmerge.
– Ji dayîkbûn: Dêrik ji gundê Sêmalka ye.
– Cihê Şehîdbûnê: Giwêlan 4/2/2015.

Û herwiha tê zanîn ku Şehîd Delîl ji dayîkbûna sala” 1995″an li bajarê Dêrikê li Kurdistana sûriyê, û şehîd “Delîl ” bi viyan û Beweriyeke mezin bi rêbaza Barzanî hebû û di sala “2013” an de, tevlî nava refên pêşmerge bû , û bi hevalên xwe re beşdarî şer dibû dijî rêxistinên terorîst di askî Mûsil de ku parastina milet û sînorê xaka pîroz ya kurdistanê ji dijminan bikin.

Û hêjaya were gotin ku pêşmergeyên Kurdistana sûriyê yên Leşkerê Roj bi geşbûna hestên neteweyî û yekbûnê di têkoşîn û xebata xwe de berdewam in da ku destkeftên zêde bi dest bixin , ew dibin sîpera Alaya kurdistanê dikarîbûn bi qehremaniya xwe bi tîpên zêrîn di dîroka kurdistanê xwe  tomar bikin…

 

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

 

About Raid Mihemed

Check Also

HERÊMÊN KURDISTANA SÛRIYÊ TÊN TOPBARAN KIRIN JI ALIYÊ TIRKIYA Û CIVAKA NAVDEWLETÎ BÊDENG DIMÎNE.

Di şeveq û sibeha roja Duşemê 8.8.2022an de,Herêmên Kurdistana Sûrî hatin topbaran kirin ji aliyê …

Leave a Reply

Your email address will not be published.