Home / Breaking news / Di êrîşeke PKKê de 5 Pêşmerge şehîd bûn

Di êrîşeke PKKê de 5 Pêşmerge şehîd bûn

Îro “5”ê pûşberê danê sibehê PKKê êrîşî hêzeke pêşmerge kir li çiyayê Metîn li sînorê qezaya Amêdiyê û herwiha di encama vê êrîşê de 5 pêşmerge şehîd ketin û 4 pêşmergeyên din birîndar bûn li nexweşxaneyên Dihokê tên dermankirin..

 

Û herwiha ji rexekî dî ve derbarî vê êrîşê de wezareta pêşmerge ya herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û têde wiha diyar kir: Îro 5 hezêranê li çiyayê Metîn qezaya Amêdiyê hêzek pêşmerge di dema pêkanîna erkekî serbazî bi mebesta parastina xelkên wî gundî û navçeyan û vegerandina asayîşê bo deverê ,û herwiha serê sibehê ji aliyê hêzeke PKKê ve kemînek li pêşiya wan hate danîn û di encamê de” 5″ pêşmerge şehîdketin û 4 birîndarbûn ,

 

Û herwiha navê wan şehîdên pêşmerge ev in:

– Raid Salar Hesen.

-Neqîb Hêşwar Salih.

-Hogir Sadiq.

– Faris Mîro.

 

Û herwiha di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku berî niha me hişyarî dabû di egera rûdana bûyerên bi vî şêwayî de di vê em hemû rêz li sînorê herêmê bigirin û asayîş û seqamgîriya herêma Kurdistanê nexin metirsiyê de….

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo… Hêvî Delî

About ferhad Şêxo

Check Also

Salvegera “7emîn “li ser şehadeta 5 pêşmergeyên qehreman..

Îro ” 16ê Êlûna “2021” an, Salvegera “7emîn “li ser şehîdbûna her pênc pêşmergeyên qehreman,yên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *