المجلس الوطني الكوردي في سوريا

KURDPERWER “HEMÎD HAC MÛSA SÎNO” ENDAMÊ XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ KOÇA DAWÎ KIR..

0 113

Di roja Înê 24.12.2021ê de, xwecihiya Pakrewan  Ciwan Elqutna bi merasîmek bi nirx têkoşrê wefedar li goristana gundê Şora Rojava ، Xebatkar Hemîd Hac Mûsa Sîno, “bavê Hisên” endamê xwecihiyê sipartin axê  piştî ku koça dawî kiribû .

Herwiha li ser gora têkoşer gotina Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê ya bi ser ENKSê ve,ji aliyê cîgirê serokê xwecihiyê M.Elî Fetah ve, hate pêşkêş kirin.
Di derbarê axaftina xwe de,rol û kurtejiyan têkoşer Hemîd Hac Mûsa,
ji aliyê kurdayetiyê,niştimanperwerî ,Aştiyê,civakî û xêrxwaziyê diyar kir û bi awayekî bilind nirxand.

Herwiha Fetah di axaftina xwe de,diyar kir û got bavê Hisên tûjî gelek estengiyan bû lê ew estengî nikarîbûn ku wî rawestînin li ser kar û xebata wî ya netewyî ya rêbaza Barzaniyê nemir.

Û Fetah got em sozê didin hevalê xwe bavê Hisên em dê berdewam bin li ser rêbaza wî rêbaza pirojeya netewî bi awayekî berfireh û xurtir.

Wek tê zanîn rahmetiyê Hemîd Hac Mûsa,kesayetekî Kurdperwer ,civaknas û mafxwazê gelê xwe.

Û li ser rêbaza Barzaniyê nemir pabendî plana xwe ya têkoşînê bû heya ku wî koça dawî kir.

Daxwaza wî ya herî mezin dîtina pêkanîna mafên gelê xwe li Kurdistana Sûriyê bû.

Li gorî xwesteka wî ku di her serdanekê de li ser gora wî, ku gora wî bi Alaya Kurdî, Ala hêviya neteweya Kurd bipêçin.

Û roja veşartina wî jî  ew bi Alaya Kurdî hat pêçan û hevalên wî û malbata wî  xwesteka wî bi cî anîn.

Di dawiyê de,hemû beşdar hatin spas kirin ji aliyê Encûmena
Xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê ya bi ser ENKSê ve.


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.