المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ÇALAKVAN ŞEMS ENTER LI KORBENDA ÇAKSAZÎ FÊRDANEK PÊŞKÊŞKIR ..

0 326

Korbenda Çaksazî û guhertin di xelekek nû de, bi navnîşaniya
(Zarokên Sûriyê di bin siya krîzê de ne) di roja Înê 24.12. 2021ê de, li navenda korbenda Çaksazî û guhertinê, li bajarê Qamişlo hat li darxistin, bi rêveberiya M.Kazim Xelîfê û M.Feyrûşa Ebdirihman, endamên korbenda Çaksazî û guhertin.

Semîner ji aliyê M.“Şemis Enter”  hat pêşkêş kirin, bi amadebûna hejmarek ji nûnerên civaka sivîl û partiyên siyasî yên Kurdî û herwiha kesayetiyên serbixwe û rewşenbîr.

 

Di derbarê vê yekê de, mamoste Feyrûşa Ebdelrehman,endamê rêveberiya korbenda Çaksazî û guhertin ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Gotarbêj M.Şemis Enter bi awayekî zanistî û berfireh gotara xwe ravekir, û di derbarê wê de, lêkolîn bi awayekî serdest bûn bi zanistî rasteqîna mijarê hat pêşkêş kirin û li ser van xalan gengeş kir.

1- Girîngtirîn metirsiyên ku zarok rastî wan tên û di şert û mercên niha de çawa dikarin bên parastin?

2- Erkê civakên herêmî ku piştgiriya wan bikin.

3- Rola rêxistinên mirovî û civakî di peydakirina pêdiviyên wan de”.

 

Herwiha Ebdelrehman got:

“Piştre deriyê gengeşeyê vebû ku mijar dewlemendtir kir, ji aliyê hemû beşdarbûnan ji rewşenbîran û pisporan û ramiyariyan û kesayetên civakî, ji hemû pêkhateyên herêmê, ku tê de destwerdan û nîqaşên hêja hebûn da ku bigihîjin têgehek berfireh û hevbeş”.

 

 

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.