المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Konê şîna pakrewanê Pêşmerge Îslamî Osman li Qamişlo hate danîn

0 123

Îro roja pêncşemê 16ê Rêzbera 2021″an, li bajarê Qamişlo konê şîna pakrewanê pêşmerge ” Îsmaîl Osman ” hate danîn û ev yek bi beşdarbûna encûmena niştîmanî û nûnarên partiyan …

 

Û di konê sarsaxiyê de gotina encûmena niştîmanî kurdî li Sûriya ji aliyê ” Muhsin Tahir ”  serokê karûbarê encûmenên xwecihî ve û endamê nivîsgeha siyasî ya PDK-Sê  , hate xwendin ..

 

Û gotina partiya Yekîtî ji aliyê ” M, Silêman Oso” sekirtêrê partiya Yekîtî û endamê desteya serokatiya ENKSê ve hate pêşkêşkirin..

 

Û di van gotinan de li ser rola pêşmerge û xebata wan anîn ziman ,ev lehingên ku canê xwe û xwîna xwe di ber parastina milet û sînor û xaka kurdistanê ya pîroz de dikin qurbanî, û tekezî kirin ku xwîna wan tu carî nayê ji bîr kirin her zindî bimîne di dilê her kurdekî de li herçar parçeyên kurdistanê ..

 

Û Tê zanîn ku duh roja carşemê 15ê Rezberê, di demjimêrên êvarê de , li nahiya Dînarte ya bi ser Agirê ve li Dihokê û navber gundên Kanî Toz û Nêrkê , di encama teqîna mayînekê de bi wesayîteke hêzên pêşmerge ve du pêşmergeyên Roj şehîd ketin û hejmarek jî birîndar bûn …..

 

Û navê her du şehîdên pêşmerge ev in:

– Mulazim” Ismail Osman Ecar.

– Mulazim” Hemdî Cabir Mihemed Emîn.

 

Û herwiha hêjaya were gotin ku îro pêncşemê di 16ê Êlûnê de termê her du şehîdên pêşmergeyên Roj ” Îsmaîl Osman ” û pêşmerge” Hemdî Mihemed Emîn ” bi merasîmek geş û bi beşdarbûna parêzgarê Dihokê û bi hazirbûna partî û pêşmerge û kesûkarên şehîd li goristana ” Şaxikê” ya bi ser bi bajarê Dihokê ve bi xakê hatin spartin….

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport….Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.