المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AMÛDÊ:FESLA YÛSIF SEMÎNAREK SIYASÎ Û CEMAWERÎ BI RÊ VE BIR.

0 93

Di roja Pêncşemê“16ê”Êlûna” 2021ê” de, encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê, semînarek siyasî û cemawerî li ofîsa xwecihiyê li bajarê Amûdê li dar xist, ku ji alîyê M, “Fesla Yûsif“, endama desteya seroketiya ENKSê bi rê ve biribû , û bi hazirbûna hejmarek ji welatiyan, û endamên xwecihiyê û herwiha Partiyên Siyasî û rêxistinên sivîl.

 

Di derbarê naveroka vê semînarê de, M.Fatma Salih endama xwecihiya Amûdê ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Di destpêkê de xulek bêdeng hat rawestandin li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û Barzaniyê nemir û piştre serokê xwecihiya Amûdê M.Mihemed Umer Şêxmûs bi xêr hatina beşdaran û endamê destaya serokatiya ENKSê, Fesla Yûsif kir”.

Herwiha M.Fatma Salih got jî:

” di semînarê de M,”Fesla Yûsif” :Axivî li ser hemû bûyerên herî dawî yên siyasî li ser qada Sûriya bi giştî û bi taybet li ser qada Kurdî, û herwiha axivî li ser siyaseta ENKSê li hindir û derve,di derbarê bi destxistin û rapirsîna mafê gelê kurd yê rewa li Kurdistana Sûriya.

 

Û Ji aliyekî din ve M.Fesla Yûsif tekez kir li ser pabendî bûna ENKSê ji bo serkeftina danûstandinên Kurd/ Kurd ku ev gav xebateke Îstratîcî û sereke ye ji ENKSê re, tevî astengiyên ku aliyê din derdixîne holê.

 

 

Herwiha Salih got jî:

 

“Ji aliyekî din ve,M.Fesla Yûsif, rawestiya li ser rewşa herêmên kurdî (Efrîn,Serê Kaniyê û Girê Sipî) û da xuyakirin li ser piştgiriya ENKSê ji bo vegerandina xelkê Efrînê li ser mal û milkên wan û diyar kir ku û ev ne tê wateya ku ev herêma Efrînê aram e.Ji ber ku vegerandin û mana xelkê li ser xaka xwe serkefine.Û hîn binpêkirin berdewamin di derheqê xelkên resen, ji aliyê komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve”.

Û ji aliyekî din ve, M.Fesal, rawestiya li ser kongirê ENKSê yê bê lidarxistin.

Herwiha di dawiya semînarê de beşdaran bi pirsên xwe semînar dewlemend kirin, û ji aliyê M, “Fesla Yûsif” endama desteya serokatiya ENKSê ve, bersivdana wan bi awayekî zelalmendî hate kirin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.