المجلس الوطني الكوردي في سوريا

2 pêşmergeyên Rojava li Devera Akrê Şehîd ketin û li Duhokê bi xakê hatin spartin ..

0 120

Îro roja pêncşemê 16 Êlûna 2021an termê Herdû pakrewanên Pêşmergeyê Rojava li goristana Şaxikê li Duhokê bi xakê hatin spartin.

ku Diho roja carşemê  li nahiya Dînarte ya bi ser Akrê ve li Duhokê û navber gundên Kanî Toz û Nêrkê , di encama teqîna mayînekê de bi alaveke hêzên pêşmerge ve şehîd ketibûn û hejmarek jî birîndarbûn …..

Û navê herdû şehîdên pêşmerge ev in:
– Mulazim” Ismail Osman Acar.
– Mulazim” Hemdî Cabir Mihemed Emîn.

Û ji aliyekî dî ve Dijî terora herêma kurdistanê li ser malpera xwe derbarî vê bûyerê de belav kiribû ku diho di encama teqîna mayînekê de du pêşmerge şehîd ketin û li gorî hatî ragihandin ku ev mayîn ji aliyê PKK ve hatiye danîn…

Û herwiha hêjaya were gotin ku îro roja pêncşemê  termê herdû şehîdên pêşmergeyên Roj ” Îsmaîl Osman ” û pêşmerge” Hemdî Mihemed Emîn ” bi merasîmek geş û bi beşdarbûna parêzgarê Duhokê û bi hazirbûna partî û pêşmerge û kesûkarên şehîdan li goristana ” Şaxikê” ya bi ser bi bajarê Duhokê ve bi xakê hatin spartin….

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo….Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.