المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA XWECIHÎ YA EBÛ RASÊN CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DARXIST..

0 63

Diho di roja şemiyê 3.10.2020,an de,encûmena xwecihî ya bajarokê Ebû Rasên ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî li ofîsa xwecihiya bajarokê Til Temir lidarxist,û li ser lîsta kar sekinîn bi rêkûpêk.

Di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê namir rawestiyan .

Di derbarê naveroka civatê de,birêz Mihemed Şêx Beşîr serokê xwecihiya bajarokê Ebû Rasên ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Civata xwecihiyê ya asayî bû û civîna  me li ofîsa xwecihiya bajarokê Til Temir ya nû hat li darxistin .

Herwiha di derbarê rewşa rêxistinî,rapora hatî ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin û hemû endaman hatin agahdar bi biryarên nû yên hatibûn derandin ji aliyê Emîndariya giştî ya ENKSê.

Û civat bi awayekî berfire li ser rewşa rêxistinî gengeşekir,di derbarê pêşketina xwecihiyê de û bicihênana wê di navbera cemaweran de”.

Herwiha Beşîr got jî :

“Xwecihî li ser rewşa siyasî axivîn,bûyerên herî dawî yên nû li ser qada navdewletî û herêmî ,

û bi taybet li ser encamên têgihiştinên danûsitendinên di navbera ENKSê û PYNKê yên tên kirin rawestiyan.

Herwiha Xwecihî li ser serdana şanda Eniya Aştî û Azadî ji bo  Mosko ya ku hatibû vexwendin ji aliyê wezareta derve ya Rûsiya bi awayekî fermî û hevdîtina wan bi wezîrê derve yê Rûsiya birêz Sîrgî Lavrof re rawestiya.

Herwiha Civat rawestiya li ser rewşa herêmên Kurdistana Sûriye(Efrîn,Girê Sipî û Serê kaniyê….) û karên xerab yên ku rojane, di derheqê gelê wê yê resen dibe ji aliyê komên çekdar yên bi ser Tirkiya ve, nêzîkê salekê bûye, û bi taybet li ser rewşa tevgera herêma Zirgan rawestiyan.

Ji ber ku her demekê û demekê ev herêma tê topbarankirin ji aliyê komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve”.

Herwiha xwecehî di dawiya civatê de,spasiya cenabê serok Mesûd Barzanî kir li ser kar û xebata wî ji bo piştevaniya mafê gelê Kurd li Sûriya û bi taybet ji bo danûsitendinên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de,di vê qonaxa hestiyar de ya ku gelê me yê Kurd li Sûriya têde derbas dibe.

 

Ragihandina:ENKSê
Raport:ELÎ Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.