المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Partiya Yekîtî kurdistanî – Sûriya serdanda Partiya Yekîtiya Demoqrat a Kurdistanî kir

0 79

Şandek ji partiya Yekîtî kurdistanî – Sûriya, îro roja çarşemê 11ê Gulana 2022an, serdanda ofîsa partiya Yekîtî Demoqrat a kurdistanî kir bi boneya bidawîkirina kongirê wan ê dehemîn..

Û herwiha ev şanda PYK-Sê bi serokatiya M, Silêman Oso ve û hejmarek ji serkirdayetên wê pêk hat..

Û ev şanda ji aliyê M,Fesla Yûsif sekirtêra PYDK û hejmarek ji endamên wê ve hatin pêşwazîkirin…

Û di vê serdanê de şanda PYK-Sê bi helkefta li darxistina kongirê wan ê dehemîn pîrozbahiyên germ arasteyî sekirtêra partiyê M,Fesla Yûsif û endamên serkirdayetiya partiyê kirin û hêviya serkeftinê di tekoşîna wan a aştiyane û kar û xebata wan di ber xizmetkirina berjewendiyên gelê kurd e xwestin û bi taybet di vê qonaxa hestiyar de….

Û herwiha tê zanîn ku di 5- 6 ê Gulana 2022an, partiya Yekîtiya Demoqrat a kurdistanî li gundewarê Amûdê Dehemîn kongirê xwe li darxist…

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.