المجلس الوطني الكوردي في سوريا

KOBANÊ: YEKÎTÎ KURDISTANÎ BI BONEYA ROJA CÎHANÎ YA MAFÊN MIROVAN SEMÎNAREK LIDARXIST

0 81

Rêxistina Kobanê ya Partîya Yekîtî Kurdistanî – Sûrîye di roja Şemiyê 11.12.2021ê de, li baregeha xwe li bajarê Kobanê bi amadebûna nûnerên partiyan û kesayetên niştimanî û girseya gel, semînareke sîyasî bi boneya roja cîhanî ya mafên mirovan hat lidarxistin.

Semînar bi awayekî fêrdankê ji aliyê D.Mihemed Ciman doktor di zagona navneteweyî ji Nerwic li ser riya teknolojiya vîdyoyê ya serhêl (Online ). pêşkêş kir.

Di destpêkê de, M.Ednan Bozan, endamê Komîteya Navendî ya PYK-Sê, bi xêrhatina beşdaran kir, û piştre derfet da D.Mihemed Cuman.

 

Herwiha D.Cuman bal kişand ser roja Danezana Roja Navneteweyî ya Mafên Mirovan ji hêla Komela Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve, di sala 1948an de û destnîşan kir ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, ev roj ji hêla komek welatan ve hate ragihandin û bi armanca wekheviyê daxuyaniyek hate dayîn, di maf û erkan de.

Cûma di axaftina xwe de bal kişand ser trajediyên gelê Kurd, ku ji dema desthilatdariya Partiya Behis ve, ji aliyê rejîma Sûriyê ve rêz li mafên wan nayê girtin.

Piştî ku doktor Fêrdana xwe bi dawî kir, endamê komîteya navendî ya partiyê M. Ednan Bozan behsa binpêkirinên mafên mirovan li dijî gelê Sûriyê kir.

 

Herwiha Bozan, da zanîn ku civaka navdewletî li gorî berjewendiyên xwe bi dosyaya mafên mirovan li Sûriyê re mijûl dibe, 12 sal in gelê Sûriyê dikuje û çekên ku di asta navdewletî de li ser wan qedexe ne bi kar tîne û di bin îşkenceyê de li ber çavên civaka navneteweyî tên kuştin.

Ji aliyekî din ve, Bozan behsa rewşa navçeyên di bin destê çekdarên opozisyonê yên ser bi Tirkiyê ve li Efrîn, Girê Spî û Serê kaniyê, ji talankirin, revandina sivîlan, ferzkirina mafên malî û hewldana guhertina demografî li wan deveran kir.

 

Herwiha Bozan, bal kişand ser binpêkirinên berdewam li deverên di bin kontrola PYDê de, derbarê revandina zarokên biçûk ji aliyê Ciwanên Şoreşger a girêdayî PYDê, nebaşbûna xizmetguzariyan û birçîbûna xelkê bi rêya danîna bac û malzemeyên buha, nehiştina perwerdehiyê, naskirî û ferzkirina perwerdehiya ji aliyê desthilatdariya bizorê ji aliyekî ve.

Herwiha Bozan li ser rewşa kurdî û encamên diyaloga kurdî/kurdî axivî û Bozan PYDê ew berpirsyar dît ku bi kiryarên xwe yên bi şewitandina ofîsên encûmenê, girtinên siyasî û astengiyan li pêşiya destpêkirina diyalogê danîne. û nepabendîbûna bi daxuyaniya xwe ya destaya hundir a girêdayî PYDê.

Semînar bi pirs û pirsiyarên amadebûyan dewlemend bû, û bi dilekî vekirî bersiva wan hat dayîn.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.