المجلس الوطني الكوردي في سوريا

GIRIKÊ LEGÊ Û ALIYAN: YEKÎTÎ KURDISTANÎ BI BONEYA ROJA CÎHANÎ YA MAFÊN MIROVAN SEMÎNAREK LIDARXISTIN..

0 72

Rêxistina Girikê Legê û Aliyan ya Partîya Yekîtî Kurdistanî – Sûrîyê di roja Şemiyê 11.12.2021ê de, li baregeha xwe li bajarê Girikê Legê bi amadebûna nûnerên partiyan, Ciwanan, kesayetên niştimanî û girseya gel, semînareke sîyasî bi boneya roja cîhanî ya mafên mirovan hat lidarxistin.

 

Herwiha Semîner ji aliyê Serokê Komîteya Mafên Mirovan a MAF birêz Xelîl Eyûb Hat bi rê ve birin.

Di destpêkê de, M.Ferhan Merî endamê komîteya siyasî ya PYK-Sê bi xêrhatina hemû mêvanên beşdar û M.Xelîl Eyûb kir.

Piştre Eyûb, bi axaftina xwe, li ser girîngiya vê rojê ji bo mirovahiyê bi giştî û ji bo Kurdan bi taybetî dest pê kir û bal kişand ser vê yekê ku: Di 10ê Berfanbarê de heftê û sê saliya Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ku ji aliyê Komela Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di sala 1948an de, li hember kiryar û tawanên hovane yên ku di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de li dijî mirovan hatine kirin.

Di axaftina xwe de bal kişand ser xal û prensîbên mafên mirovan

Herwiha Eyûb,di axaftina xwe de bal kişand ser sûc û binpêkirinên ku gelê Kurd rastî wan hatiye, çawa ku bi peymanên dijwar yên weke Sayikis-Bîko, Lozan û yên din û şerên qirkirina li dijî Kurdan hatin meşandin. û bi hezaran jî di zindan û girtîgehan de hatin girtin .

Û li Sûriyê Kurd rastî neheqî û zulmê hatin li ser destê rejîma şovenîst a Behsî û projeyên guhertina demografîk û avakirina bajarokan, ji bilî diziya erd û gelek binpêkirinên din, nemaze piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê.

Birêz Eyûb anî ziman ku em di Komîteya Mafên Mirovan de, van binpêkirin û tawanên rejîmê û komên çete yên terorîst li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê şermezar dikin.

Wî bang li rêxistinên mafên mirovan ên navdewletî, Neteweyên Yekbûyî û welatên têkildar kir ku dawî li van binpêkirin û pêkanînan bînin.

Semînar bi pirs û pirsiyarên amadebûyan dewlemend bû, ji aliyê xanim Nefîsa Yûsif ve bi dilekî vekirî bersiva wab hat dayîn.

 

 

Ragihandina ENKSê

 

Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.