المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DÊRIK: YEKÎTÎ KURDISTANÎ BI BONEYA ROJA CÎHANÎ YA MAFÊN MIROVAN SEMÎNAREK LIDARXIST

0 57

Rêxistina Dêrikê ya Partîya Yekîtî ya Kurdistan – Sûrî di roja Înê 10.12.2021ê de, li baregeha xwe li bajêr bi amadebûna nûnerên partî û kesayetên niştimanî û girseya gel, semînareke sîyasî bi boneya roja cîhanî ya mafên mirovan hat lidarxistin.

Û piştre kêlîkek bêdeng rawestiyan li ser giyanên pakrewanên şoreşa rûmet û azadiyê û pakrewanên Kurd û Kurdistanê.

Herwiha Semîner ji aliyê xanim”Nefîsa Yûsif”ve endama komîteya siyasî ya PYK -Sê hat pêşkêş kirin.

Herwiha Yûsif, li ser rewşa siyasî li Sûriyê bi giştî û ya kurdî bi taybetî, û gera nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û hevdîtinên wan bi nûnerên welatên beşdar di karûbarên Sûriyê de axivî.

Li hêleke din, wê bal kişand ser diyaloga kurdî-kurdî di navbera ENKSê û PYNKê, û da zanîn ku ew nêzîkî salekê berî niha rawestiyabû ji ber binpêkirinên berdewam yên Partiya Yekîtiya Demokrat. şewitandina ofîsên partiyan, revandina zarokên biçûk û girtina siyasetmedaran.

Semînar bi pirs û pirsiyarên amadebûyan dewlemend bû, ji aliyê xanim Nefîsa Yûsif ve bi dilekî vekirî bersiva wab hat dayîn.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.