المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AMÛDÊ : 3YEMÎN SALVEGERA PAKREWANBÛNA PÊŞMERGE ALDAR HEWAS JI ALIYÊ ENKSÊ Û RÊXISTINA AMÛDÊ YA PDKSÊ HAT VEJANDIN.

0 83

Di roja duşemê 26.10.2020an de, bi boneya salvegera 3yemîn li ser pakrewanbûna Pêşmergeyê Roj Aldar Hewas Sîno li bajarê Amûdê li mala bavê pakrewan Aldar Hewas ji aliyê ENKSê û rêxistina Amûdê ya PDKSê hat vejandin.

Di destpêkê de,xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet li ser giyanê pakrewan Aldar Hewas rawestiyan.

Herwiha gotina ENKSê ji aliyê serokê xwecihiya bajarê Amûdê mamoste Mihemed Omer Şêxmûs hat xwendin.

Herwiha gotina rêxistina Amûdê ya PDKSê ji aliyê  mamoste Mala Esmer hat xwendin.

Herwiha gotina malbata pakrewan Aldar Hewas Sîno ji aliyê birêz Memdûh Tixûbî hat xwendin.

Di derbarê axaftina wî de spasiya hemû mêvanên beşdar kir li ser vejandina vê roja xemgîn û pir bi nirx.

Herwiha birêz Idrîs Hac Qasim helbestek li ser pakrewan û pakrewanên Kurd û Kurdistan pêşkêşkir.

Herwiha hemû gotinên hatin xwendin bêtir li ser nirxandina kar û xebata pakrewanên Kurd û Kurdistan bûn.

Wek tê zanîn pakrewan Aldar di 26.10.2017an de,bi komek hevalên xwe yî Pêşmergeyên Rojava (Leşkerê Roj )

re di pevcûneke dijwar li hember heşda Şehbî şerekî giran kirin û berevanî di ber xaka Kurdistanê kirin ta pakrewan ketin di dastanek lehingiyê de, li devera Sihêla li Kurdistana başûr.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.