المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Kirîza qutkirina avê bandoreke neyînî li ser jiyana hemwelatiyên dike..

0 85

Ji destpêka kirîza Sûriyê de ta niha welatiyên Kurdistana Sûriyê di rewşeke awarte û zehmet de derbas dibin ji aliyê dabînkirina xizmetguzarî û pêdiviyên jiyana mirovan a rojane ..

 

Û yek ji wan zehmetiyên ku welatî dibînin qutkirina ava vexwarinê li hin bajar û bajarokên Kurdistana Sûriyê mîna Bajarên sereke weke Hesekê û Qamişlo ku ev tunebûna avê kirîzek bi bandor e û dibe cihê pirsgirêkê li cem hemwelatiyan ..

 

Û herwiha di derbarê vê mijarê de hemwelatiyek ji Qamişlo ji taxa ” Cûdî” ji malpera ENKSê re behsa rewşa Avê li taxê dike : Bi rastî mirov bê av nikare jiyana xwe berdewam bike û bi taybetî di vê werzê havînê de ku pileya germê digihêja asteke bilind û di vê rewşa awarte de mirov hewcedariya dabînkirina avê ye …

 

Û her li ser vê mijara birîna avê welatiyekî din ji heman taxê ji me re anî ziman: Ku ji heyama sê rojan de ew bê ava vexwarinê ne û neçar dibin ku bi rêya tankan ku di nava kolanan de digerin ew ava vexwarinê bikirin û dibe ku ev av ne paqij be û nexweşiyan ji mirov re çêbike….

 

Û herwiha heman kirîza birîna avê li bajarê Hesekê li Kurdistana Sûriyê payda dibe ji sedema qutkirina avê ji wêstgeha Elok a avê ji aliyê çekdarên ên girêdayî dewleta Tikiyê ve, ev yek bandoreke herî mezin li ser jiyana xelkê wî bajarî dike….

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.