المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Domandina bilindkirina nirxan digel nêzîkbûna cejna Qurbanê..

0 94

Di çarçoveya astengiyên welatiyan dibînin li seranserî Sûriyê derbarê bilindkirina nirxê kerestên pêwîst ên jiyanê , û nexasim bi helkeftina nêzîkbûna cejna qurbanê û tevgera xelkê li nava bazarê de û amadekariyên wan ji bo pêşwazîkirin cejnê..

Û herwiha di derbarê vê babetê de hemwelatiyên bajarê Qamişlo gazin û gilî dikin bi taybet di van rojan de ku cejna Qurbanê nêzîkî bûye bi sedema bilindkirina nirxê kirîn û firotinê, nexasim ku rewşa aborî li seranserî Sûriyê têk çûye û di nav de mûçeyên kêm loma hemwelatiyan neçar dibin bi vî buhayê bilind xwestekên cejnê û cilûbergan ji zarokên xwe re bikirin …

Û herwiha her li ser vê mijarê bazirganiyan jî tînin ziman ku hemû alav ji Şam û Helebê tên veguhestin û bi nirxekî buha, loma ew jî ji ber vê yekê piraniya alav û pêwîstiyan bi vî nirxî difroşin….

Û her di heman mijarê de ku duh hikûmeta Sûriyê di mersûmekê de biryara da ku mûçeyên karmendên sivîl û leşkaran 50 ji sedî zêde bikin ..

Lê li hember vê biryara zêdebûna mûçeyan wezareta Bazirganiya Sûriyê nirxê her du kerestên sereke wek nan û mazotê bilindkirin, ku nan bû 200 Lîreya Sûrî ku pêştir bi 100 lîre bû, herwiha lîtreya mazot bû bi 500 lîreya Sûrî ku ber bi 180 lîre bû ..

Û her di çarçoveya kirîza rewşa aborî li Sûriyê û di dabînkirina pêdeviyên jiyana mirov a rojane de, bandoreke neyînî digihêje hemwelatiyan û nexasim gelek welatî bê mûçe ne, û nikarin derbara jiyana xwe bi awayekî xweşî Birêve bibin…

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.