المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Encamên ezmûnên xula yekem yên refê 12an bi hemû şaxên xwe derket..

0 156

wezareta perwerde ya Sûriyê duh” 8″ê, Tîrmehê, encamên xula yekem yên refê “12” an, bi hemû şaxên xwe bi awayekî fermî derxist ..

 

Û tê zanîn ku îsal di “2021”an, li seranserî Sûriyê hejmara pêşkêşkarên pola “12”an gihişta “250” hezar xwendekar û li 2254 navdend hatin belavkirina..

 

Û herwiha di derbarî mijara encamên dawiya salê yên refê Bekeloriya Mamosteyekê zimanê Erebî ,”Wefa Mihemed” ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman: ku di destpêkê de pîrozbahiyeke germ arasteyî hemû xwendekarên serkeftî dikim ku ji bilî vê rewşa zehmet û aloziyên têde derbas dibûn û ji rexekî dî ve û yek ji sedemên herî bi bandor belavbûna nexweşiya koronayê û rawestandina xwendinê û girtina peymangeh û dibistanan û ev sedem nebûn kelem li pêşiya xwendekaran ku astên herî bilind tomarbikin û pileyên serkeftî bi dest bixin di ezmûnên xula yekem ya sala “2021”an de , û hêviya pêşketineke bi ronahî û pêşrojeke geş û serkeftî di kar û xwendina wan de dixwazim…

 

Û herwiha her li ser mijara encamên bawernameyên pola “12”an xwendekarek ya şaxê zanistî bi navê ” Jiyan Mihemed ” ji malpera ENKS ê re got: Spasiya hemû mamsteyên xwe dikim derbarî keda wan, û em kêfxweş û şehnaz in bi vê serkeftinê û bi taybet di vê rewşê de zehmetbûna dabînkirina xizmetên jiyanê wekî qutbûna eletrîkê û bandora wê ser xwendina me, û em serbilindin bi vê serkeftinê ku keda me ya salekê di xwendinê de neçû vala …..

 

Û tê zanîn ku îsal hejmara pêşkêşkarên refê” 12″an, li seranserî Sûriyê gihiştibû “250” hezar xwendekarî , ji wan “126181” xwendevanên şaxê zanistî bûn û rêjaya serkeftinê gihişta 63.79%,

 

û “67556” yên şaxê wêjayî bûn û rêjaya serkeftinê gihişta 52.14% ,herwiha li ” 2254″ navendî ezmûnên xwe pêşkêşkirin …..

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.