المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Kirîza bilindbûna nirxê dermanan bûye dîyardeyeke

0 96

Li Kurdistana Sûriyê kirîza bilindbûna nirxê dermanan dibe barekî giran li ser milê welatiyan û bandoreke neyînî û mezin ser jiyana wan dike, nexasim kesên tûşî nexwaşiyên giran hatine ….

 

Û herwiha ku demekê de wezareta tendirûstî ya Sûriyê biryar dabû nirxê dermanan ji rêjeya 30- 50 % were bilindkirin û ev yek bê guman bû cihê pirsgirêkê û nerazîbûna xelkê..

 

Û ser vê mijarê malpera ENKSê nerînên welatiyên bajarê Qamişlo şopand derbarî nirxê dermanan..

 

Welatiyek bi navê ” Ehmed Elî” ku rastî nexweşiya şekir bûye anî ziman: Di vê rewşa aloz û hestiyar de uhaya bilindkirina nirxê derman bandoreke neyînî ser jiyana me dike ku êdî bi zehmetî derman tên peydakirin û eger were dabînkirin lê bi nirxekî bûha tê firotin û gelek ji kesên nexweş nikarin bi vî bûhayê derman ji nexweşên xwe re bikirin…..

 

Û herwiha welatiyekî din diyar kir ku hin cûreyên dermanan li dermanxaneyan jî peyda nabin taybet yên nexweşiyên giran wek pençeşêrê û Şekir ku her time pêwistiya wan bi dermanan heye û bi ser de pişkinîne dektoran jî pir buhaya…

 

Û sedema vê buhabûnê vedigera girtina deriyê di navbera navçeyên di bin desthilata Sûriyê û herêmên Kurdistana Sûriyê de û rawestandina tevgera bazirganiyan di veguhestina hemû alav û kelûpelên xwestekên jiyana rojane ji mirovan û dermanan..

 

Û herwiha hêjaya were gotin ku Kurdistana Sûriyê di rewşeke aborî zehmet de derbas dibe û êdî diyardeya bilindbûna nirxan ji derman û kelûbelan û xwestekên jiyana welatiyan ya rojana bûye berbiçav….

 

 

 

Ragihandina ENKSÊ

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.