المجلس الوطني الكوردي في سوريا

BI BONEYA BÎRANÎNA KEMERA EREBÎ YA NEJADPEREST SEMÎNAREK LI NAVENDA YEKÎTÎ KURDISTANÎ HAT LIDARXISTIN 

0 71

Di roja çarşemê 23ê pûşberê de, bi boneya bîranîna kemera Erebî ya nejadperest mamosteyê pispor “Zekî Osê” Fêrdanek li korbenda Osman Sebrî li navenda partiya Yekîtî Kurdistanî li bajarê Qamişlo pêşkêş kir.

 

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên rewşenbîr û kesayetên ramiyarî ji tevgera kurdî û rêxistinên jin û ciwanan.

 

Herwiha mamoste Zekî Osê di Fêrdana xwe de, hemû rêkeftinên xerab yên hatine kirin di derheqê gelê kurd de anî ziman, ji destpêka Pevçûna Caldîran û ta piroja kemera Erebî ya nejadperest.

Ya ku rêjîma Sûrî di derheqê gelê kurd de kir li seranserî sînorê Kurdistana Sûrî û Tirkî.

 

Herwiha di semînar de, hat xuyakirin

xwediyê vê pirojê serokê ewlehiya siyasî Mihemed Teleb Hilal bû ya ku armanc jê nişteçiyên pêkhatiyên Ereb ji parêzgeha Reqa û gundewarên Helebê bînin yên ku erdên wan binavbûn û wan li seranserî sînorê herêmên Kurdistana Sûrî û Kurdistana Tirkî bicih bikin, ya ku hejmara wan gihişt 4000 malbata li gundên kurdan ji Dêrikê û ta gundewarên Serê kaniyê.

 

Û di derbarê wê de, Osê da xuyakirin li ser neyiniyên vê pirojê di derheqê gelê kurd yên resen ku ji hemû mafên xwe yî rewa bê par man wek Milkiyet, xwendin û regezname û ji xeynî wan jî ji mafê mirovahiyê.

 

Di derbarê vê Fêrdanê de, hin axaftin jî hatin kirin ji aliyê beşdarbûna vê û di axaftinên wan de hat xuyakirin ta niha ev avakirinên hawerdeyên Erebî tên parastina ji aliyê vê desthilatdariya zordar û nehiştin tevgera gelêrî û siyasî jî ta ji xelkê re erdên bav û kalikên (bapîr) wan li wan vegerînin.

 

 

Herwiha M.Zekî Osê di dawiya Fêrdan xwe de da xuyakirin ku ta niha ev piroja kemera Erebî berdewame li ser gelê kurd ta ev fêrdan tê pêşkêş kirin ji koçberî û guhertina demografî li herêmê.

 

Wek tê zanîn di 24ê pûşberê sala 1974an de, rêveberiya partiya Behis a Erebî ya sosyalist, biryara jimara (52) der xist.

Û darizandiya parkirina erdên ku dagîrkar bibû ji melakeyên Kurd di salên (1965,1966,1967)di bin mehaneya aktîvkirina zagonên Çaksaziya çandî li ser melakan.

Û li ser erêniya biryarê dest bi parkirina erdên hevsînorê Tirkiya bû bi kûrahiya di navbera10 ta 15 km û bi dirêjeya 275 km ya ku rûbera wê 2milyon donim bû.

Û dibin mehaneya merazeya çemê Firatê ji hin gundên wê herêmê,bûbû destpêka cîbicîkirina piroja nejadperest ya ku plan bibû li ser ji dema ku partiya Behis desthilatdarî wergirtibû bi Rengê kodeta serbazî sala 1963.Û lêgerîna(dîraset,lêkolîn) ya ku serokê ewlehiya siyasî Mihemed Deleb Hilal, sala 1963 li ser rojeva ramyarî û civakî ya parêzgeha Hesekê lêvegerek bingehîn ji rêveberiya Behis re,pêşkêş kiribû bicîhanîna hemû bergeyên lêgerîn.

Bi vî rengî roja 24ê hizêranê bû rojek reş li ser gelê Kurd،ku dest bi karê avakirina 40 hawirdeyê Erebî yê ku wan jî herêma Minbic û Tebqa anîn bi rêjeya navîn 100 malbat.Û li her hawirdeyekê hemû rajeyên pêwîst hatibûn dabînkirin(av,êlêktirîk,dibistan,riyên peristgeh û telîfon).

Û di wê demê de ku ,li ti gundên Kurda ne dihat peydakirin ji wan rajeyan.

Bi vî rengî pêkhatina vana li ser zemîn man.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.