المجلس الوطني الكوردي في سوريا

KOMKUJIYA KOBANÊ JI ALIYÊ RÊXISTINA KOBANÊ YA PYK-SÊ HAT VEJANDIN..

0 73

 

Bi boneya 6emîn salvegera komkujiya Kobanê “şeva reş” di roja îniyê 25ê pûşberê sala 2021ê de, ji aliyê rêxistina Kobanê ya partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya hat vejandin.

 

Herwiha pîştî xwendina wênê Elfatîha ya pîroz li ser giyanên pakrewanên komkujiya Kobanê û rawestina kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên komkujiya Kobanê.

 

Endamên rêxistina Kobanê ya PYK-Sê, gurzên gulan danîn li ser gorên pakrewanên komkujiya Kobanê

 

 

 

Wek tê zanîn bajarê Kobanê,şeva 25ê Hizêrana sala 2015an de,hatibû êrîşkirin ji aliyê rêxistina Da’iş ya teror û di ancama wê êrîşkirina terorî de,bi sedan ji nişteçiyên bajarê Kobanê pakrewan ketin û birîndar bûn.

 

Û di wê dema êrîşkirinê de,bajarê Kobanê di bin kontirola YPGê de bû yên bi ser PYDê ve,û ta niha alîgir û kujerên vê komkujiya Kobanê serbestin û nehatine diyarkirin û cezakirin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.