المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Elektrîk li Qamişlo nîne , û Welatî Gilî û Gazinan dikin ..

0 65

Ev heyama heftiyekê ye elektrîka niştîmanî li ser bajarê Qamişlo li Kurdistana sûriyê hatiye qutkirin , tenî di rojê de demjimêrek tê yan jî bi carekê tê birîn û ev yek bûye pirsgirêkê li cem welatiyan.

Û herwiha di vê derbarê de welatiyek ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman:

“ku qutkirina elektrîka niştîmanî ji destpêka kirîza sûriyê ta niha yek ji sedemên sereke bû ku bandor li ser Jiyana welatiyan dikir,

û di vê derbarê de ev çend roj in elektrîka niştîmanî hatiye birîn û di rojê de tenê 8 demjimêr elektrîka Generatoran ( embêran) dibînin û nexasim di ve rojên ku pileya germayî bilind dibe û xelk bi rojî ne ,

lê her jêder tekez dikin ku sedema kêmbûna kerebê vedigerê ser birîna avê ji aliyê Tirkiyê ve li ser bendavên Rojavayê Kurdistanê”.

Û herwiha ji rexekî dî ve welatiyekî dî daxuyakirin  û got :

” ji bilî aloziyên elektrîkê , welatiyên vî bajarî ku li piraniya taxan gazinan ji nebûna avê dikin û zehmetkêşiyan dibînin û dibe cihê nerazîbûna xelkê û bi taybetî ku mirov bê av nikare Jiyana xwe berdewam bike.

Û di dawiyê de hêvîdikin ji aliyên berpirsîdar ku hemî pirsgirêkên xizmetguzariyê de çareser bikin”.

Ragihandina ENKS ê
Raport : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.