المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Kî herdû Endamên partiya Adalet û geşepeydan ya Desthilat li Tirkiya kuştin …?

0 79

Li Tirkiyê 2 Berpirsên AKPê hatine Kuştin ev yek gorî Ajansa nûçeyan a fermî ya Tirkiyê dibêje ku 2 berpirsên partiya desthilatdar AKPê ku di rêxistinên Navçeya Amedê û Wanê de  kar dikirin hatin e kuştin û AKPê çekdarên Kurd tawanbar dike .

Ajansa Anadol ya bi ser Hikûmeta Tirkî  dibêje  ku “Orhan Mercan” cîgirê serokê rêxistina AKPê li parêzgeha Diyarbekir (Amed)  doh şemiyê jiyana xwe ji dest da piştî ku li dûrî dergehê mala xwe bi 20 mitran hate gullebarankirin .

Ew dibêje  jî ku “Aydin Ahi” , cîgirê serokê rêxistina AKPê li parêzgeha Wanê li Herêma Serhedê , ew jî derengiya diho roja  şemiyê hate kuştin.

Berpirsên AKPê ev kuştin şeremezar kirin û ev yek dixine Stuyê Partiya Karkerên Kurdistan PKK de .

Ji rexê xwe ve “Zahir Soxande” berpirsê partiya Akpê li Wanê got : çekdaran Aydin ahî ku berpirsê wan li Ozalibê li Wilayeta Wanê revandin û ew bi gulleyan kuştin

Û tê zanîn ku roja şemiyê Orhan Mircan cîgirê serokê şaxê Akpê li Qezaya Lîce li wilayeta Amedê jiyana xwe ji dest da ji ber birînên wî yê ku di êrîşeke çekdarî hatibû birînkirin  ..

Ragihandina Enksê

Raid Mihemed

Polîsên Tirkiya dewdora xaniyê kuştî qedexa hatin û çûnê kirin e..
Leave A Reply

Your email address will not be published.