المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Wêneya Hunerî di Helbesta Ehmedê Palo de …

0 88

Kasî Yûsiv

Gelek helbest û pexşan bi qeşengiyê ango xweşikbûnê têne pesindan, tevî ku ew zehmet in û deriyê wan li ber gelek qatên xelkê girtî ye û helbesta hêsan heye ku li ber dest be û bêtir belavbûyî be, lê nayê wateya tekezkirina pilebilindiya wê ya hunerî û nêzîkbûna wê ya bêtir ji qeşengiyê û ji lihevhatinê û pilesaziyê, û ne jî wateyên wê yên gelemperî rastirîn wate ne û ne jî ew hinkûftir in ku bên ristin di helbestê de û bêne pesindan di mijara toreyî de. Çimkî eger wisa ba dê me bigota hesta payebilind û giregirên rewşenbîran hesteke derewîn û ne rast e. Helbesta ku betir tê têgihiştin bextiyartir e ji helbesta ku elîteke hindik tenê jê fêm dikin. Lê ew ji ber vê yekê nayê wateya em jê re bêjin baştirîn pêkhate ye û hinkûftirî lêguhdarîkirin û sazkirinê ye.

 

Lewra min xwest ronahiyê bidim ser wêje û hunera yekî ji lehengên wêjeya kurdî, ku ew jî Mele Ehmedê Palo ye, helbestvanê kurda yê leheng. Piştî çendîn gotar û helbest ku min li ser jiyana wî nîvisandin, ez dixwazim bi şêwazeke nû li ser wêje û hinek rûpelên jiyana wî binivîsim. Ev lêkolîn dê li ser wêneya hunerî û helbestî di helbestên Mele Palo de be.

 

Mele Ehmedê Palo: Kurte danasînek

 

Mele Ehmedê Palo di sala 1920an de, li gundê Sêra Çûr ê girêdayî bajarê Palo li Bakurê Kurdistanê hatiye dinyayê. Navê wî Ehmedê kurê Mihemedê Mistafa ye. Diya wî jê re digotin Elîfa. Bavê wî beşdarî Cenga Cîhanê ya Yekem bû û yek ji beşdarên Şoreşa Şêx Seîdê Palo bû ku di sala 1925an de rûdabû.

Seydayê Palo di navbera salên 1925-1930î de bi belengazî û perîşanî jiyana xwe derbas kiribû û di sala 1936an de berê xwe dide gundê Xezna yê nêzîkî bajarê Qamişlo û li wir bi cih dibe.

Li Rojavayê Kurdistanê, gundê Xezna gundekî navdar e, ji ber ku dibistan lê hebû û tê de riya ol û rêzimana erebî û kurdî û tirkî û farisî jî dihate dan. Li wir herçî şagirt bû xewa xwe di dibistanê de dikirin, xwarina xwe dixwarin û xwendina xwe dikirin, lewra bi dirêjahiya salan pir mamoste û pispor ji wan dibistanan derketin.

 

Mele Ehmedê Palo zanîbû bi çar zimanan bixwîne, erebî û farisî û tirkî û zimanê xwe yê zikmakî yê kurdî ji hemûyan bêtir, tevî zaravên Zazakî û Soranî jî.

 

Lewra wî bi gewîbûn û bi barîneke xurt berhemên xwe nivîsandibûn, tevî rewşa wî ya zehmet jî çi ji aliyê aborî û çi ji aliyê civakî û di warê derûnî yê ji tevan bi bandortir li ser çawaniya ramandina wî di demên paş de, lê wî kedeke pir mezin kiriye, berhemên wî yên li ber dest ev in:

 

Birîna Niştimanî – Civîna Nemiran – Şoreşa Kurdî – Bîr û bawerî -Pehlewî û civîndarî- Baxê evînê- Baxê niştimanî- Pirtûkeke rêzimana kurdî- Ferhengeke kurdî tirkî- Pirtûkeke herî bi qîmet nivîsandibû ew jî ya ku ji farisî wergerandibû kurdî, pirtûka fîlosofê farisî Ferîdedîn Etar, ya bi navê Pendên Etar, lê mixabin sîxur û îstixbaratên dewleta Sûriyê ya nijadperest dest danîn ser wê berhemê û çendîn pirtûkên wî yên din û birin û bêguman man het roja îro.

 

Seydayê Ehmedê Palo di roja 9ê gulana 1991ê de çû ser dilovaniya xwe.

 

El Jahez di pirtûka xwe ya bi navê “El Heywan (Ajel)” de wek yekem lêkolînvanê Ereb li ser wêneya helbestî nivîsand û dibêje: “Wate li keviyên rê û rêçan avêtî ne, biyanî û Ereb û koçer û gundî jî hemû wan wateyan nas dikin, lê ya girîng û zehmet avakirin û kêşan û terazû û cudakirina bilêvkirina bêjeyan û hêsanîbûna wan e û dirustiya bicîkirina wan di hevokan de ye û di liqalibxistina wateyên bêjeyan de ye, çimkî helbest bi xwe sazkarî ye û nêzîkî rengkirinê ye ji ber ew jî curek ji cureyên wênekişandinê ye.”

 

Wêneya helbestî li ba Palo

 

Wêneya helbestî çi ye

 

Wêneya helbestî lihevhatineke zimanî ye alîkariya helbestvan dike ji bo wênegirtina wateyeke ramyarî û hestyarî ji xeyalê derhatî, ji bo wate li ber destê xwendevan û guhdar diyar bibe, da ku bi şêweyeke zelaltir têbigihe û bi qeşengiya wêneyê dilxweştir bibe. Herwiha wêne dibe kisim û dirûv û timtêl yê toreyî, yê ku bêje û hevok û kît û malik wan di xwe de digirin, helbestvan wan dirêse û sufte dike di riyeke afiranderî de bi awayekî taybet, da ku watedana aliyekî ji aliyên jiyanê bide.

Jêdera herî balkêş di lêkolîna helbestê de wêne ye, çimkî ew engaza herî çalak e di nav alavên ku me digihînin têgihiştina divaya helbestvan. Herwiha wêneya hunerî dikare hêz û karîbûn û tiwana bêjeyê bipişkivîne. Lewra hêza helbestê di nîşandanên wêneya hunerî de tê xuyakirin, çawa ku ramanên şift nikarin bi wî erkî rabin û ne jî pesindan dikare wê yekê li ser milê xwe bigire, ji bilî ku gotina bi riya wêneyê dihêle ku helbest balatir bibe beramber helbesta bê wêne, ku ji helbestê bêtir dibe wek raporê.

 

Nêrîna klasîkî ji helbestê re, li ser nêzîkbûna wê ji wênegirtinê û sawêr (xeyal) û wênekişandinê tê avakirin.

 

Nêrîna nûjen pir şaxên wê hene, herwiha pir nêrîn hene, em dikarin bi kurtî bêjin ku li gor lêkolînerên nûjen erkê wêneya helbestî tîrkirin e. Herwiha bi dîtina piraniya wan bêjeya helbestî naveroka wateyan naguhere, lê dirûvê wan diguhere, ji bêlayeniyê vediguhêze tîrbûnê. Verijandina wêneyê du şaxê nêrînan li ser hene, yek ji aliyê çawaniya avakirin û lêkirina tevayî û giştî ye. Ya din ji aliyê erk ve tîrker e. Bi baweriya wan lêkolînvanan meger helbestvanî tîrkirina ziman be, wêne tîrkirina helbestê bi xwe ye.

 

Mele Ehmedê Palo ji dibistaneke klasîk derketiye, mebesta min bi klasîk ew e ku rêbaz û mamosteyê wê Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran e, di warê helbestê de. Lê di aliyê wergirtina zanista xwe de, Mele Ehmedê Palo li hicrikan hînî zimanê erebî, farisî û tirkî bû. Herwiha bi zimanê Kurdî zanist û fîlosofî û ol û stran xwendine. Di xwendina me ji jiyana wî re em ê bibînin bê çendî cefa û azar û renc kêşaye û çiqas xem û derd bi ser wî de hatine, ji sêwîtiya wî, ji hejariya wî, ji tunebûna penahekê yan jî taldekê ku xwe bide ber û xwe pê ji derbên feleka bêbext biparêze, ku çawa kesatiya wî tewandiye û pêçaye û lerizandiye û kul kiriye wek her kurdekî hevçaxê têkçûna xewnên kurdî di azadî û serxwebûnê de, ku neçar dibe bibe bêjerê halê xwe. Lewra helbesta wî bi jenîneke xemgîn tê ajotin, rebeniya jiyana wî dipêçe hertim di malikên helbestên wî de tê dîtin, ji kezeba xwe ya şewitî hêviyan amêzî keseran dike ji giyanê xwe hilma jiyanê berdide ser neqşên xwe, wêne bi pênûsê têne amadekirin:

 

Di pê hezar û nehsed û bîstan
Min ji diya xwe ber daye bistan
Gula baxê min di hingî geş bû
Bextê gelê min ne qenc û reş bû
Bavê min çûbû cenga kufara
Serbaz û leşker ji bo neyara
Min ew nedîbû derdê dilê min
Jê bê xwedî bû bax û gelê min
Piştî sê salan diya min diçû
Ez hiştim sêwî li ber dar û tû
Jar û belengaz pêxwas û tazî
Nîne ji bo min hewar û gazî
Xeman didêrim kulan dihêrim
Bê bav û bê dê dûr we dinêrim
Diçim ser darê gava dibê şev
Pelê darê ez li xwe didim hev.

 

Ev yek tê kirin bi karekî wêjeyî ji asteke pilebilind dema ku hêza ziman û karîbûnên wî pêk tên, di daxuyanîkirina saz û hevwatebûn û hevtîpbûn û hevdijatîbûn û rûbirûbûn û hemû awayên wategihandinên toreyî, li têla xwe ya herî deng zîz dide, bi rengên xwe yên herî qurmizî, herî zer, herî pembehî; herî kesk keskesora xwe dikêşe, wek siwarekî ji cengên efsaneyan vegeriyayî li timtêl û dirûvên her tiştî temaşe dike û dibêje:

 

Medresa pîrê geroka lîsa kund û nûkera

Ke`be ya cem dîn û sofî serserî pê bawer e

Nan û dew her şîv û taşte deftera zarê xirafî

Şaş û rî dîn û pere destik û mertal û şûr e

Bo neyar û dijminan dojeh û arê tenûr e destê bêcî tim ser e

Li vir Mele Palo çawa behsa hicrikê dike dema tê de dixwend, ew rexneke tûj li wê dike, lê bi wêneyên xwe ji me re şîrove dike bê çi helwesta wî ye derbarê hicrikê di serdema wî de, dêmek dibistan an jî hicrika xwe dişibîne lîsa kund û nûkeran û kund li ba Kurdan bêqidoşiyê di xwe de digire û nûker an jî cehşik koletiya neyar di xwe de digire. Wek wate em têdigihin ku hicrik biçûktir bûn ji xewna tuximperestî û welatparêziyê, belkî wê hestê kir ku ew bibe helbestvan, bibe wênekêş û wênegir ji rewşa miletê xwe re di wê qonaxa hestiyar de. Di malika sê û çaran de ew rexneke tûj tevî helwesta xwe ya ramyarî dide xuyakirin derbarê pirtûka ku ew wê dixwînin û dibêje ew bi zimanê xurafeyê hatiye nivîsandin. Herwiha şibandineke rewanbêj a bihêz dide şaşika li ser serê sofiyan û riya wan nola behaneya daneheva pereyan dibîne.

 

Pêkhateyên wêneya helbestî li ba Palo

Wêneya helbestî ya klasîk ku Mele Ehmedê Palo nivîsandiye li ser sê pêkhateyan pal dide:

A. Zar ango ziman: Zar cawê bêjeyan di bilêvkirina helbestî de ye, wêneya ku helbestvan divê wê eşkere bike ew wê bi riya ziman dertîne. Naxwe ziman stûna wêneya helbestî ye.

Di zimanê xwe de Palo deryayeke bê sînor e ji ber pirbûna wate û hevwateyan, pirbûna navê navdarên Kurdan di dîrokê de, navê ciyan, navê deveran di ferhenga wî de, zengînbûna ferhenga wî ya cografî ji ber agahiyên wî li ser cografiya Kurdistanê, navê herêman, navê çiyan navê çem û cobar û gelî û newalan. Herwiha bêjeyên resen ên ku gelek caran ew wan bikar tîne, ji ber têgihiştina wî ji zarav û ziman re, ew zimanê xwe dike hesp û pê li memleketa bêjeyan digere û ji xwe re wêneya ku dilê wî dibijiyê diafirîne. Palo xwedanê bêndera pirs û bêjeyan e, bê ku biweste, bi hêsanî lê belê bi hostatî avakirina xwe dike. Li ba Palo gramatîk û rêziman ji xwezayê wergirtiye, herwiha ji xwendina wî ji pirtûkên girîng re, lewra hevgirtina hevokên wî balkêş e, ziman yek ji leşkerên sereke ye di hêza wî ya wêneya hunerî de:

Ez dibînim tê xuyane Gewher û zêr û dirav
Rewşen û ronî vedane Ser kelat û her deran
Giv giva bayê seba ye Raserê çiyayên bilind
Xuş xuşa zad û giya ye Me`ma berx û miyan
Qirçe qirça qirş û qala Bin piyê şêr û beran
Zim zima dengê newala Lim lima avê çeman
Tip tipa sêv û hinaran Teq teqa berq û birûsk
Ding dinga lat û xaran Gum guma topê giran
Gim gima xap û palan e Pir pira têr û tilûr
Çinge çinga şûr û dasan Zinge zinga hesinan
Qij qija çûk û çivîkan Xum xuma şîp û geran
Bax û bistank bijare Gul stêrê asîman.

 

B. Pêkhateya Derûnî: Giyanê ku bêjeyan dixe qalibê wêneyan de derûn û hestiyariya helbestvan e. Dêmek em dikarin bêjin çavkaniya hemû wêneyên Palo derûna wî ya birîndar û kuldayî bû, ew giyanê ku Palo wek laş jê re dirûv û kêsim bû dagirtî û lebaleb bû ji serê rimên şikestî di her enîşkeke wî yî giyanî de. Lewra bêjeyan bi hev re wêneya birîndariyê dertanîn, kulên wî yên kesayetiya wî, kulên welat û miletê wî jî didane ser her kuleke dî. Lewra hesret û xwezî bi hev re dihûnandin. Lê hertim Palo ji hêviyê nedihate birrîn û bi hêvî bû ku paşeroj bi hinek wêneyên geşbîn dê rojekê li me hilê, di nav pirbûna ramanên wî de, pirbûna wêneyan dihate pelandin. Li cem Palo, bêje nerm û hesan bû, lê di heman demê de zehmet û hişk bû. Palo di vir de li ser pêkhateya wêneyê pal dide, bi riya suftina wê di şopikeke bilêvkirinî ya hevgirtî de, an jî di navbera bûyerekê û derûniya xwe de, di pêkanîneke ku zanebûna wî nasîn dide:

Derdê min kûr e Nizanim çi ye

Riya min dûr e Dilê min tî ye

Karê min tûr e Zikim birçî ye

Li ser min şûr e Gelim bê cî ye

 

C- Sawêr (xeyal): Sawêr hêzê dide ziman û derûn û hestyariyê û teşeyeke wêneyê dide xuyakirin, da ku guhdar an xwîner bêtir bikeve bin bandora wêneya helbestvanî de. Xeyala Meleyê Palo berfireh û kûr bû, ew xeyala ku piçik piçik ji bûyer û serpêhatiyan û ji guhdana çîrok û çîvanokên folklora kurdî, herwiha xwendina wî ji wêjeya erebî û farisî re, herdu miletên ku pirtûkxaneyên wan dagirtî çîrok û helbest û efsane ne, kir ku Ehmedê Palo di sazkariya helbestê de bibe hostayekî bi nav û deng û xwedî taybetmendiyeke balkêş. Di serpêhatiyeke Ehmedê Palo de, carekê dema çavê wî bi pirtûka Rîsalet el Xufran a Ebûl Ela el Meherî dikeve, piştî çend mehekê wî jî pirtûka xwe ya bi navê (Civîna Nemiran) çêkir ku, ji 10 hezar malikan pêk tê. Ew pirtûka ku min hinek jê ji tîpên erebî wergerand ser Kurdiya Latînî, mîna şanoyeke helbestî ye, bi ser awayê Rîsalet el Xufranê ve diçe, lê naveroka wê li ser Kurdistanê ye. Ev nimûneyeke li ser çelengiya xeyalê li ba Palo:

 

Serî berde diçe gund Da pê bînin bawerî

Li cem jinan xweş û rind Hevalê gewr û zerî

Karê wî jî zekat e Nivişt û tizbî û rî

Melayê gundê tat e Xuya ye birçî û tî

 

Carek dibê ne Kurd im Carek kurê peyamber

Hertim dibê zigurd im Qe carek nabî rêber

Dora jinê gewr û boz Dike kufkuf dinêre

Wekî hirç û wekî xoz Gur û quling û şêr e

 

Dibê xewna dibînim Wekîl im bo peyamber

Xwedanê ol û dîn im Ez im şiyar û serwer

Carek dibe Wehabî Heval û dûvik û yar

Vaye dikole tabî Ji bo gelê stembar

 

Ji rêve ew diçe dam Weha hedîs û Quran

Ji bona xwe dike qam Gelim dike perîşan

Dixwaze hizb û bendî Di nava min xuyakê

Karê ewî gewendî Nîne li nik civakê

 

Carek bira û Îxwan Dihêre kok û bintar

Şivan û dest û serwan ji bo diz û stemkar.

 

Ji bunyadên wêneya helbestî jî pêkhateyek heye pir girîng e:

 

Rewanbêjî (Belaxet)

 

Rewanbêjî (zimanşayikî) li ba Mele Ehmedê Palo, wek bunyada helbestê li rex Palo û koka wêneya wî ya helbestî cuda dike, ji xwe rewanbêjî ji zengîniya alav û engaz û hemwate û dijwateyan tê, tevlî zanebûna helbestvan bi hûrbîniyên rêziman û gramerê, ya herî piştgir ji zimanşayikê re li nik Mele Ehmedê Palo ew bû agahdariyên wî û hînbûna wî bi zaravên zazakî û soranî û kurmancî, tevlî farisî û tirkî û erebî bi asteke pilebilind. Lewra helbesta wî mîna ferhengekê ye, sûdmend e di rêziman de, ji ber pirbûna jêder û bêjeyên pirwate û hevokên hevgirtî û kît û malikên bi terazû û jenîna helbestî ya rast û dirust, wêne payedar e ji ber xwediyê wê dewlemend e, pîrê helbest û bêjeyê ye, neqişvanekî neqşên wî pesnê xwe didin:

 

Tek û tenha li ber darî
tenê bê rûmet û jînî

Weke tîrêjê xurşîdî
Birûska canê bêwar î

Cihê gernas û Cemşîd î
Seîd û şêrê yadînî

Xebat û xwendin û qadî
ji bo te derd û xemgînî

Zimanê te dibû tarî
xuyayî bê ked û karî

Li ber girtoka tetarî
Nexweş û jar û birçînî

Qe napirsî çima nayî
Gelo bo çi xuya nabî?

Pesinpêdanên wêneyan pir caran têkilî zanistên cuda dibin, ku ew jî ji hinek jêderên curbicur pêkhatî ne, wek ziman û zanistî û têgihiştina bi derdorê û bi hemî tiştên heyî. Vvê yekê kir ku hin xwendevan û lêkolînerên hevçax ji goşeya sazpêkhatinê li wêneya helbestî binerin û wê li ser bunyadeke nûjen şîrove bikin û ji hev veçirin bi dîtineke nûjen mekanîzma ku Palo bi wê hevokên xwe dijone balkêş e û cuda ye. Rast e Mele Ehmedê Palo negihişte asta nûjenkirina şêwaza helbestê, lê wî hertim weke şoreşvanekî ramanên civakî dinirxandin û rexne dikirin pîş bi sazkirina bêjeya resen dikir lê xewnên xwe li wan siwar dikirin, bê ku pişta bêjeyan di bin barê wêneyan de xwar bike û qalibê helbesta klasîk ji xwe nevekir lê wî bi hêza xwe ya wêjeyî karîbû bandora xwe li lêkirina bêjeyan bike û awayekî xweyî balkêş û taybet li wêneya helbestî bike wek kirasekî bi neqşên Palo neqişandî. Em dikarin bêjin ku Palo dibistaneke xwe ya taybet damezrand û di şahnişîna xwe ya hunerî de bedewiya bêjeyan bi alîkariya hêza hunera xwe ya bêhempa dida radandin.

 

Çavkanî:

 

Wêneya Helbestî di Rabêja Rewanbêjî û Rexneyî de, Elwelî Mihemed.

Wêneya Hunerî, Cecil Day-Lewis, W: Dr. Ehmed Nasîf Cenabî.

 

Silêman Hesen Îbrahîm û Malik Mîrî.

 

Derbestkirina Manekirinê, Dr. Xalid Hisên

Leave A Reply

Your email address will not be published.