المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Encumana Niştîmanî ya kurdî pîrozbahoya rêzdar Serok Mesûd Barzanî de ser Refrandoma Serxwebûnê kir ..

0 83
  1. Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanêyê Birêz

Em li Encumana Niştîmanî ya kurdî bi xweşî û rêzgirtin biryaya we ya dîrokî giha me ya ku di rêkefta 8/6/2017 ku roja 25/9/2017 nîşan kir ji bo giştpirsiya miletê kurdistana Iraqê li Ser Ayîndeya wî di Serxwebûna Herêmê û deverên  Kurdistanî yên jidervî Rêveberiya Herêmê , ev biryar hat ji bo êş û azarên Miletê Kurdistan rawestîne ji paşmayên Rewşa kirîzî di Iraqê de û zêdegaviyên rêberên siyasî têde li Ser Destûr û Daxwazên Herêma Kurdistanê li piştguh xistin û guhnedan mafên destûrî wekî ku di pirensîpên Neteweyên Yekbûy de hatine , û ji mafê Gelê kurdistanê ye wekî gelên Cîhanê ku çarenivîsa xwe bike .

Encumana Niştîmanî ya kurdî di heman demê de ji were dide xuyakirin ku piştgirtiya vê biryara dîrokî dike ya ku berdewam miletê me ev dixwest û karwanên pakrewanan danî ji bo vê Armancê , em di baweriyê de ne wekî me we naskiriye ku hûn yê herî baş in ji bo gotinê bikin yek û yekbûna vînê bikin ji bo Armanca pak û ji bo miletê kurdistanê karibe mafê xwe bike bi dengekî demokratî û şaristanî , û daxwazên zagonî bi cî were di avakirina welatê Neteweyî ku bibe nimûne di Demokratiyê û jiyana Aşîtiyane û biratî di nav Gelên navçeyê de .

Hûn her hebin Serokê Birêz û xwedê we bi serbixe ji bo xêra kurdistan û miletê wê ..

Ragihandina Enksê

Wegerandin .. Raid Mihemed

Leave A Reply

Your email address will not be published.