المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PARTIYA YEKÎTÎ KURDISTANÎ – SÛRIYA SEMÎNAREK LI BAJARÊ TIL TEMIR LI DARXIST…

0 67

Îro roja înê 19.7.2019an de, partiya Yekîtî Kurdistanî- Sûriya li bajarê Til Temir li navenda korbenda Cegerxwîn semînarek li darxistin, bi rêveberiya mamoste Behcet Şêxo endamê navendî ya partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriye. Herwiha gotarbêjê vê semînarê, sekreterê partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya mamoste Silêman Oso.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl jî û herwiha bi beşdarbûna şandên xwecihiyên yê bi ser ENKSê ve, yên nêzîkî bajarê Til Temir û herwiha bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî bi taybet partiyên di hindirê ENKSê de.

 

Di destpêkê de, mamoste Behcet Şêxo bi xêr hatina mêvanên beşdar kir û pişt re xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Şoreşa azadiyê û bi taybet li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û Barzaniyê namir rawestiyan.

Piştre mamoste Behcet Şêxo bi xêr hatina mamoste Silêman Oso kir û gotin da wî.

 

Herwiha mamoste Silêman Oso bi xêr hatina mêvanên beşdar kir û spasiya wan jî kir li ser beşdarbûna wan.

 

Herwiha Oso rewşa siyasî anî ziman û bi taybet li ser xalên giring û bûyerên herî dawî anî ziman. Bêtirîn li ser avakirina herêma aram hat sekinandin Herwiha Oso diyarkir û tekezkir ku divê rola Kurdan di herêma aram de hebe.

 

Herwiha Oso teqînên di dema dawî de yê ku li herêmên Kurdan rûdan ji aliyê têrorîstan şermezar kir û ku ev nameyek ji bo metersînê û ne aramiyê têxin nav gelê kurd.

Herwiha di derbarê vê yekê de jî Oso

gefên Turkiya û êrîşkirina wê li ser sînorê Kurdistana Sûriye şermezar kir û Oso anî ziman Turkiya nikare ti karî bike bê Emrîkan.

 

Herwiha Sekretêrê partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriye mamoste Silêman Oso rewşa Kurd û Kurdistan baş şirovekir û anî ziman di derbarê tevgera kurdî de ,li ser ku divê ku yek helwest bin û herwiha li ser pêşxiriya Ferensa baş hat şirovekirin, û rola ENKSê ji bo yek helwesta Kurdî hat diyarkirin ji hêla Oso.

 

Herwiha Oso rewşa ENKSê baş anî ziman li ser kar û xebata wê netewî û têkiliyên wê  bi civaka navdewletî re.Û tekizkirina Oso li ser piroja wê ye netewî Kurdî jî bo parastina mafê gelê kurd jî baş şirovekir.

 

Herwiha di dawi de gelek pirs hatin kirin ji hêla beşdaran re, û bi awayekî zelalmendî jî hatin persivdan ji aliyê mamoste Silêman Oso sekretêrê partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriye.

Raport: Elî Fetah

Ragihandina ENKS ê

Leave A Reply

Your email address will not be published.