المجلس الوطني الكوردي في سوريا

RÊXISTINA KOBANÊ YA YEKÎTÎ KURDISTANÎ SALVEGERA “43YEMIN” LI SER KOÇA DAWÎ YA BAVÊ NETWA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ VEJANDIN.

0 86

Di roja Sêşemê 1.3.2022an de,bîranîna salvegera 43ê yemin li ser koçkirina dawî ya Barzaniyê nemir hat vejandin, Ji aliyê rêxistina Kobanê ya Partiya Yekîtî Kurdistanî-Sûriye.(P.Y.K.S)

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr, û nûnerên partiyên siyasî û kesayetên civaknasî û olî , herwiha bi beşdarbûna rêxistinên jinan û ciwanan û xwendekaran jî.

Herwiha bi beşdarbûna xelkên herêma bajarê Kobanê.

Di destpêkê de, bixêrhatina mêvanên  beşdar hat kirin.Û Piştre xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan,bi sirûda neteweyî Ey Reqîb.

Herwiha gotina Partiya Yekîtî Kurdistanî -Sûriya ji aliyê mamoste Ednan Bozan ve,endamê komîteya navendî ya PYK-Sê hat xwendin.

Herwiha Bozan di gotina xwe de,behsa jiyana Barzaniyê nemir ya têkoşînê,qonaxên têkoşîna wî û pêşengiya şoreşên kurdî kir, weke ku Bozan got, soza ji gelê xwe re dubare kir, ku em ê ji bo mafên gelê kurd li Kurdistana Sûriyê heta ku şêl bê danîn, têbikoşin. di destûra federaliya pirneteweyî û pirçandî ya Sûriyê de.

Û Bozan axivî li ser rewşa navçeyên Kurdistana Sûriyê ji kiryarên li dijî gelê kurd ji aliyê desthilata PYDê ve, û herwiha behsa wê yekê kir ku gelê kurd li navçeyên di bin kontirola opozisyona Sûriyê de, ji kiryarên hin aliyên komên çekdar yên bi ser Tirkiyê ve,binpêkirin di derheqên wan de tên kirin.

Herwiha gotinek ji aliyê mamoste Berkel Ahmed ve, hate pêşkeş kirin,

balkişand li ser rola Barzaniyê nemir û tekoşîna wî ya berdewam di xizmeta gelê Kurd û doza netewî de.

Li ser qurbanîdana Barzaniyê nemir û qonaxên jiyana wî bû.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.