المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Jêms Jêfrî li Hewlêrê Hevdîtin li gel Serkireyên kurdistnê dike ..

0 74

Îro Nûnerê taybet ê welatê  Emeîrkayê li hevpeymaniya dijî Terorîstên  DAIŞê, Jêms  Jêfrî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê  civîn li gel Serok Mesûd Barzanî, kir ,

Paşî li gel Serokwezîr Birêz Mesrûr Barzanî civiya .

Jêfrî ragihand ku hevkariya Emerîkayê li gel Kurdan dê berdewam be.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî civînê ji rojnamevanan re ragihand, Emerîka careke din pabendbûna xwe di alîkariya Herêma Kurdistanê û şerê DAIŞê dupat kiriye.

Ji aliyê xwe ve Şandiyê serokê Amerîka ji bo Hevpeymaniya şerê DAIŞê Jêms Jêfrî ragihand, :” Emerîka berdewam e di şerê DAIŞê de, herwiha ew xemgînin li ser şehîdbûna hejmarek ji Pêşmergeyan di çend rojên derbasbûyî de” .

Di vê kombûnê de Hejmarê ji berpirsên Herêma Kurdistanê beşdarî van kombûnan bû li gel hejmarek ji berpirsên Emerîkî, û mijarên corecor hatin li maseya kombûnê .

Ragihandina ENKSê

Ji Ajansên Herêma Kurdistanê

Leave A Reply

Your email address will not be published.