المجلس الوطني الكوردي في سوريا

11 hatin kuştin û zêdey 100 kesî birîndar bûn di Teqîna Seqezê , û Serok Barzanî Nameya Serxweşiyê şiyand ..

0 76

Li holeke şahiyan li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber sedema pirsgirêkên di Bitlên xazê , teqînek çêbû li wê holê û di encamê 11 kes hatin kuştin û zêdey 100 kesî birîndar bûn,

û herwiha di derbarî vê teqîna ku di şahiyê de hatî rûdan,

Serokê Mesûd Berzanî Îro peyamek serxweşiyê ji bo xelkê Zeqizê belav kir û têde got : ” Bi navê xwedayê mezin û dilovan, Mixabin ev bûyera diho li holeke şehiyan hat rûdan li bajarê Seqizê û di encamê de hejmarek ji hemwelatiyan vî bajarî canê xwe ji dest dan û hejmareke din birîndar bûn, û herwiha bi vê helkeftina xemgîn de sersaxiyên xwe pêşkêşî kesûkarên qurbaniyan dikim û hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwazim û xwe bi hevbeşê xema hemwelatiyên xweşewîstiyê bajarê Seqizê dizanim ”

Hêjaye were gotin ku ev teqîn di roja Pêncşemê de di demjimêr 10 ê Şev rûda ji ber pirsgirêkek  di  Sobeya Xazê , û 5 Bitlên Xazê pêre teqiyan ..

Ragihandina ENKS ê
Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.