المجلس الوطني الكوردي في سوريا

MALBATA EHMED MIHEMED JI RÊXISTINÊN NAVDEWLETÎ DAXWAZA ALÎKARIYÊ DIKIN JI BO ÇARENIVÎSA KURÊ WAN DIYAR BIBE ….

0 63

 

Li gorî zaniyariyan ,  piştî kirîza Sûriye rû da bi sedan xelk bê ser û ber û bê şûn man ,  û çarenivîsa wan ne diyar e.

Ehmed  Mihemed  di sala 1988an jidayikbûye li bajarê Til Temir , yek ji wan kesê  ku  ta niha nediyar e .

Di derbarê vê yekê de,yek ji xizmên Ehmed Mihemed ku ne dixwest navê xwe bide diyarkirin , ji nûçegihanê me re axifî û anî ziman:

“Çîroka mirovê min Ehmed ew xwendekarê sala çara bû di zanîngehê de , Lê di wê demê de,leşkeriya neçar dikir ya bi ser PYDê ve , di sala 2015an de, bajarê Til Temir rastî êrîşkirineke terorîst dibe,ji aliyê rêxistina terorîst ya DA’IŞ ê , û bi dehan ciwanên lêşgerên neçar yên bi ser PYDê ve, bûn pakrewan li ser destên rêxistina terorîst ya DA’IŞê , di wê demê de,malbata Ehmed hat agahdarkirin ji aliyê saziya malbatên pakrewanan ya bi ser PYDê ku kurê wan bûye pakrewan di wî şerî de “.

Mirovê Ehmed Axiftina xwe berdewam kir û got :” Lê malbata Ehmed ta niha bawer nekirine ku kurê wan Ehmed miriye , ji ber  hin agahiyên taybet ketine bin destên me de ,ku Ehmed ta niha sax e ,  lê em nizanin ka li kuderê ye” .

Herwiha xizmê Ehmed anî ziman:

“Hin ji wan agahiyan dibêjin ku Ehmed di dema êrîşkirina rêxistina DA’IŞ bi ser bajarê Til Temir hatiye girtin û ketiye nav destên DA’IŞê  û piştre radestî Şigalê bûye û wan jî wî radestî Heşda şabî ya Îraqî kirine ,

Lê em nizanin ev agahî ta Kîjan radeyê rast in “.

Herwiha xizmê Ahmed Mihemed di dawiya axaftina xwe de banga xwe dighîn e  rêxistinên mafê Mirovan yên Cîhanî  ta ku  alîkariya wan bikin ji bo diyarkirina çarenûsa kurê wan .

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.