المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Îro Refê 9an û Sibe Refê 12an , Ezmûnên Wizarî li Sûriya destpêkirin…

0 68

Îro roja yekşemê” 30″ê, Gulana” 2021″an , ezmûnên asta Navendî yên Refa “9”an,li seranserî Sûriya destpêkirin û li navendên cuda ezmûn hatin pêşkêşkirin.

Û herwiha sibe xwendevanên refê “12”an jî bi hemû şaxên xwe yê wêjayî û zanistî wê ezmûnên xwe pêşkêşbikin..

Û di heman demê de gorî biryara hatiye standin ji wezareta perwerdeyê ku toreya înternêtê di katijmêrên ezmûnan de were birîn ..

Û herwiha li ser Rewşa ezmûnan mamosteyek ji dibistana ” Xirbet Emo ” ku çavdêriya ezmûnan dike ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

” Îro “30” Gulanê,roja yekem e ji ezmûnên dawiya salê yên pola” 9 “an, ku ta “20” ê pûşberê wê berdewam be “.

û amaja pê kir ku îsal hejmara Şagirtên refê 9an li herdû bajarên Hesekê û Qamişlo gihiştiya” 31″ hezar şagirtî ,û her li ser vê babetê berdewam kir û got :

” bi şêweyekî aramî şagirtan ezmûnên xwe pêşkêşkirin û diyara sibe dûşemê 31 Gulanê ezmûnên pola “12” wê werin destpêkirin” .

Û herwiha ji rexekî dî ve her li gorî wezareta perwerdeya  Sûrî ku  ragihand ku hejmara şagirtên refê 9 an li seranserî Sûriyê gihiştine (316) hezar ,û li (2601) navendî li seranserî parêzgehên Sûriyê hatine dabeşkirin .

Û tê zanîn ku ezmûn ji demjimêre 8:00 beyanî ta 11 :00 berdewam bibe. ..

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.