المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA PAKREWAN CIWAN ELQUTNA CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XIST…

0 71

Di roja şemiyê 29.5.2021ê de, encûmena xwecihî ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî li darxist.

Di destpêkê de xulekek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê de û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan .

 

Herwiha cîgerê Serokatiya xwecihiyê mamoste Idrîs Şêx Xelef rawestiya li ser rewşa rêxistinî.

 

di derbarê rewşa rêxistinî de, rapora hatî ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin û hemû endam hatin agahdar kirin bi biryarên nû yên hatibûn derandin ji aliyê Emendariya giştî.

 

Û civat bi awayekî berfire li ser rewşa rêxistinî rawestiya, di derbarê pêşketina xwecihiyê de û bi cih anîna wê di nava cemawer de, û tekez kir li ser Pabendî bûn û beşdarbûna civatan, bi taybet beşdarbûn ji bo bûyeran.

 

 

Herwiha xwecihî rawestiya li ser hemû bûyerên herî dawî yên siyasî û bi taybet li ser rewşa kurdî -kurdî di derbarê têgihiştinên herî dawî ji danûstendinên Kurdî di navbera ENKSê û PYNKê de.

 

Û civat rawestiya li ser serdana şanderê Emrîkî li herêma Kurdistanê û hevdîtina wî bi destaya serokatiya ENKSê re li bajarê Qamişlo.

 

Herwiha civat rawestiya li ser rewşa aborî, bi taybet piştî daketina nirxê lîreya Sûrî li hember nirxê dolarê Emrîkî û estengiyên jiyanê bi taybet di vê sala zuha de.

 

Herwiha hemû mijarên hatin şirovekirin, ji aliyê beşdarbûyan ve, hatin gengeşekirin bi awayekî zelalmendî.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.