المجلس الوطني الكوردي في سوريا

EMÎNDARIYA GIŞTÎ YA ENKSÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI BAJARÊ QAMIŞLO LI DARXIST..

0 64

 

Di roja şemiyê 12.12.2020an de,Emîndariya giştî ya ENKSê civîna xwe ya asayî li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna serokê ENKSê mamoste Si’ûd El-mela li darxist.

Di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan û piştre lîsta kar gengeşekirin.

Herwiha civatê çalakiyên herî dawî yên Eniya Aştî û Azadî gengeşekirin.

Û pêwîstiya pêxistina wê di derbarê xizmetkariya dosaya Sûriya bi giştî û bi awayekî taybet dosaya gelê Kurd.

Herwiha Civat bi awayekî berfire rawestiya li ser pêşketinên herî dawî yên danûsitendinan di navbera ENKSê û PYNKê de û pêwîstiya kar ji bo serkeftina van danûsitendinan ji bo xizmeta dosaya gelê me yê Kurd , û civatê tekez kir li ser giringiya yekhelwesta Kurdî ya ku ENKSê wê dixwaze.

 

Civatê rewşa ENKSê ya di nava opozisyonê(Itîlaf) de gengeşe kirin.
Di derbarê wê de, civatê hewildana vegerandina penaberan û koçberan li ser mal û milkên wan li herêmên Kurdistana Sûriya(Efrîn,Girê Sipî û Serê Kaniyê)

Civatê hin pêşînyar û biryar sitandin di derbarê pêşketina kar û xebata ENKSê û pêşxistina rola wê li ser qada Kurdî û navdewletî de .

Ragihandina ENKSê
raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.