المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Hevdîtinek pêk hat di navbera PYK-Sê û PDK-Sê

0 71

Şendek ji partiya Yekîtî kurdistanî – Sûriya, roja sêşemê 21ê Êlûnê, serdana ofîsa partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya ya li bajarê Girkê Legê kir …

 

Û ev şand ji aliyê M, EbdelKerîm Mihemed ” endamê ofîsa siyasî ya PDK-S ê , û M,” Perîxan Daud” û M,” Hisên Silêman ” û M,” Salih Cemîl” endamên komîteya navendî ve hatin pêşwazîkirin…

 

Û herwiha şanda Yekîtî her yek ji M, “Nefîsa Yûsif ” û M, ” Ferhan Mer’î” endamên komîteya Siyasî û endamên komîteya navendî M,” Hesen Ceb ” û M,” Sebah Hemdo” pêk dihat ….

 

Û herwiha di vê hevdîtinê de di navbera her du partiyan de bi giştî li ser bûyer û pêşveçûnên herî dawî li ser rewşa Siyasî li kurdistana Sûriyê gotûbêjkirin..

 

Û ji rexekî dî ve her du aliyan baş rawestiyan ser rewşa aborî û biryarên tên standin derbarî bilindkirina nirxan û zehmetiyên ku milet têde derbas dibe li kurdistana Sûriyê gengeşekirin..

 

Û her du aliyan tekes kirin li ser giringiya rola ENKS ê û çawaniya ektîvkirina wê di nava cemawer de û herwiha li ser li darxistina kongirê encûmenê di civatê de anîn ziman….

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.