المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA PAKREWAN CIWAN ELQUTNA CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XIST

0 63

Di roja pêncşemê 23.9.2021ê de, encûmena xwecihî ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî li dar xist.

Di destpêkê de xulekek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan .

Herwiha serokê xwecihiyê M.Umr Emo, rawestiya li ser rewşa rêxistinî.

di derbarê rewşa rêxistinî de, rapora ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin û hemû endam hatin agahdarkirin bi biryarên nû yên hatibûn derandin ji aliyê Emendariya giştî.

Û civat bi awayekî berfire li ser rewşa rêxistinî rawestiya, di derbarê pêşketina xwecihiyê de û bi pêkanîna wê di nava cemawer de, û tekez kir li ser Pabendîbûn û beşdarbûna civatan, bi taybet beşdarbûna bûyeran.

Herwiha xwecihî rawestiya li ser hemû bûyerên herî dawî yên siyasî û bi taybet li ser rewşa kurdî -kurdî di derbarê têgihiştinên herî dawî ji danûstendinên Kurdî di navbera ENKSê û PYNKê de.

Civat rawestiya li ser hevdîtinên ENKSê bi welatên xwedî bandor re, di çareseriya kirîza Sûrîyê de li gorî biryara 2254 .

Herwiha civat bi awayekî berfireh rawestiya li ser naveroka civat Emendariya giştî ya ENKSê ya herî dawîn.

Ji aliyekî din jî civat rawestiya, li ser êrîşkirin û topbarankirinên herî dawîn li ser bajarê Til Temir û Ebû Rasên û gundewarê wan ji aliyê Tirkiya û komê çekdar yên bi ser wê ve, di derbarê wê de civatê bi tundî şermezar kir, ku  devera Zirkan Ebû Rasên, tê de bû û di encamê de xelk ji gund û bajarên xwe koç kirin, û civatê tekez kir ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ji hemû aliyan daxwaz dike ku pabendî agirbestê bin û şert û mercên sivîlên ku dijîn di xeta têkiliyê de, û bang li Rûsiya û Emerîkayê dikin ku destwerdanê bikin û pêşî li van êrîşan bigirin

Herwiha civat rawestiya li ser rewşa aborî, û ewlehîyê bi taybet piştî daketina nirxê lîreya Sûrî li hember nirxê dolarê Emrîkî û estengiyên jiyanê bi taybet piştî bihabûna cureyên sotemeniyê û Nanê tenûrê yê taybet û kêmbûna nan bi giştî û girtina çalakvanên kurd ji aliyê PYDê ve û xwecihiyê diyar kir ku ev hemû kiryarên xerab nakeve xizmeta gelê kurd û xelkê ber bi koçber bûnê ve dibe .

Herwiha xwecihiyê tekez kir û biryar da ku babendî biryara ENKSê be, ku di roja Îniyê di 24.9.2021ê de, katijmêr 5ê êvarî bi xwepêşandek cemawerî bi rengekî aştiyane li hember biryarên xerab yên rêveberiya PYDê rabin di bin van dirûşmeyên jêrîn: Na ji girtinê re, azadî ji girtiyan re, na ji bo zêdekirina buhayê sotemeniyê, na jî danîna bacê ser welatiyan re, na ji bo bilindkirina buhayê nan.

Herwiha hemû mijarên hatin şirovekirin, ji aliyê beşdarbûyan ve, hatin gengeşekirin bi awayekî zelalmendî.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.