Home / Breaking news / 9EMÎN SALVEGERA KOÇKIRINA PAKREWAN MEHMÛD WALÎ …

9EMÎN SALVEGERA KOÇKIRINA PAKREWAN MEHMÛD WALÎ …

Elî Fetah.

Her sal di 20ê heyva Êlûnê de, li Kurdistana Sûriye li bajarê Serê Kaniyê salvegera koçkirina pakrewan Mehmûd Walî bavê Candî ji hêla encûmena xwecihî ya bajarê Serê Kaniyê dihat vejandin.

 

Lê mixabin ev du sal bûye hevalên Pakrewan Mahmûd Walî nikarîbûn serdana gora wî bikin , Ji ber ku Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve, Serê Kaniyê dagîr kirine.

 

Lê pakrewan Mahmûd Walî, wê tim di hizir û bîranîna hevalên xwe de be, bi taybet hevalên wî yên ku baweriya xwe bi piroja neteweyî ya Kurdî tînin.

 

Hêjayî gotinê ku pakrewan Mahmûd Walî ji kesayetên navdar Û Xwedî bandor bû ji destpêka şoreşa Sûriya ,

Herwiha pakrewan Mahmûd Walî endamê emendariya giştî ya ENKSê de bû ,herwiha serokatiya tevgera ciwanên şoreşê dikir , Û endamê komîteya herêmî ya partiya Azadî Kurdî bû.

 

Di hemû pêşandanan de dengê bavê Candî Bilind û  Zelalmend bû ji bo parastina mafê gelê kurd û hemû pêkhatiyên gelê Sûriye.

 

About ferhad Şêxo

Check Also

Dare Şikranê : semînerek siyasî ji aliyê Ebdulhekîm Beşar ve hat bi rê ve birin

Duh roja sêşemê 19ê Cotmeha 2021″an, rêxistina Dare Şikranê ya bi ser Partiya Demokrata Kurdistan- …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *