المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Hevdîtinek di navbera Pêşverû û PDK-Sê pêk hat..

0 91

Şandek ji partiya Demokrata pêşverû ya kurdî li Sûriya, roja sêşêmê “8” pûşberê, serdana ofîsa partiya Demokrata Kurdistan _ Sûriyê ya li rojavayê Qamişlo kir..

Û herwiha şanda partiya Demokrata pêşverû ji M,”Ehmed Silêman ” û M,”Faris Osman” û herwiha M,”Rifahî ” endamên komîta navendî pêk dihat …

Û ev şanda ji aliyê M,”Neşat Zaza “endamê ofîsa siyasî.
M,Nafih EbdEllah ” û M,Elî Ibrahîm ” endamên komîta navendî ya PDK-Sê ve hatin pêşwazîkirin..

Û di derbarî naveroka vê hevdîtinê de M,Nafih EbdEllah ” endamê komîta navendî ya PDK-Sê, ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman : hevdîtinek di navbera her du partiyan de pêk hat û bi giştî têde babetên girêdayî bi rewşa Sûriyê ve û herwiha bi taybetî rewşa kurdan li Kurdistana Sûriyê û pêşveçûnên herî dawî hatin gotûbêj kirin..

 

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.