المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Encamên kongirê YNKSê hat ragihandin..

0 87

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê îro roja înê di “11”ê pûşberê de, di kongirekî rojnamevanî de li bargeha xwe ya li bajarê Qamişlo encamên kongirê Duyemîn ku di 4ê vê mehê de hatibû lidarxistin ragihand…

 

Û herwiha Nivîskar “Luqman Yûsif “ji bo serokê YNKSê hat hilbijartin û Nivîskar ” Nayîf Cibîro ” wekî cîgirê serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê hat destnîşankirin ji aliyê desteya rêvebir ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê ve..

 

Û herwiha hêjaya were gotin ku di 4ê vê mehê de YNKSê kongirê xwe yê 2emîn li darxistin, li hola Efrîn li bajarê Qamişlo, bi beşdarbûna endamên Yekîtiya nivîskaran û nûnerên partiyan siyasî û encumena niştîmanî û kesayetên nivîskar û rewşenbîrî .

Û herwiha têde kar û xebata Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê ji dema damezrandina wê ta niha nirxandin û hêvî kirin ku kongirê Duyemîn bi serkeve û di pêşrojê de hemî pirojeyên di xizmeta wêje û gelê kurd de bên bi karanîn û bi destxistin…

 

Û tê zanîn ku YNKSê ji bo xizma çand û wêje û zimanê kurdî hatiye avakirin….

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.