المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HEVDÎTINEK DI NAVBERA PDK-S ê Û TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ – SÛRIYE ÇÊBÛ ..

0 76

Di roja duşemê 28.9.2020an de , hevdîtink di navbera PDK-Sê û Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriye li bajarê Qamişlo hat li darxistin , Û mijarnî giring hatin givtûgo kirin.

Di der barê vê yekê de,endamê ofîsa cîbicîkar yê Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriye mamoste Welîd Ferman naveroka vê dîtinê ji peyamnêrê me re ragihand û anî ziman :

“di roja duşemê 28.9.2020an de,şandek ji partiya Dîmiqratî Kurdistanî -Sûriye bi serokatiya berpirsiyarê rêveberê nîvisgeha siyasî M.Mihemed Isma’îl û her du endamên wê M.Mihsin Tahir û M.Ebdulkerîm Mihemed li bajarê Qamişlo serdana baregeha tevgera me kirin û hatin pêşwazîkirin ji aliyê hevrêzê giştî yê TÇKS mamoste Fêsel Yûsif û hin endamê ofîsa cîbicîkar,ez û M.Kazim Xelîfê û M.Feyrûşa Ebdirihman”.

Herwiha Ferman berdewam kir :

” her du aliyan bûyerên siyasî yên nû givtûgo kirin,û li ser rewşa ENKSê baş hat sekinandin û tekez kirin li ser pêdekariya wê jî ber ku dibînin ENKSê navnîşaneke neteweyî û divê parastina wê bibe , û cihê wê jî rast û durist e rêkbera ramyariye dijî rêjîma faşist û beşeke ji opozisyonê û nûnertiya gelê Kurd ê Sûriya dike di nav civaka navdewletî de” .

Herwiha Ferman berdewam kir jî

Derbarê Hevdîtinê :

“Her du aliyan tekez kirin ser  pêwîstiya kar û xebatên hevbeş ta pêdiviyên pêwist bibînin ji bo pêdekarî û ragihandina hemû pêkhateyan û karîgerên ENKSê bikin , ta neyêniyan zêdegav bikin.
Herwiha her du aliyan tekezî li ser berdewamiya danûsitendinên yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de, ji bo yek helwesta Kurdî li Kurdistan Sûriye,û dîtina çareseriya siyasî ji kirîza Sûriye , Herwiha her du aliyan tekez kirin li ser rola neteweyî ya serdariya herêma Kurdistana başûr li ser piştgirtî û piştevaniya doza gelê kurd li Sûriye”.

Herwiha mamoste Welîd Ferman endamê ofîsa cîbicîkar yê Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriye di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku her du aliyan tekez kirin li ser giringiya van dîtinên hevbeş ji bo nêzîkirinê di raman nerînan de”.

Di heman demê de,tevgera Kurdî çalake û li ser piya ye û xalan li ser tîpan datîne ji bo parastina mafê gelê kurd , ji ber vê yekê dîtinên bi nirx û hevbeş li ser asta destayên bilind û hevbeş tên li darxistin.


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.