المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AMÛDÊ : ŞANDEK JI PARTIYA YEKÎTÎ DÎMIQRATÎ KURDISTANÎ SERDANA OFÎSA XWECIHIYA AMÛDÊ KIR ..

0 115

Di roja duşemê 28.9.2020an de,şandek ji partiya Yekîtî dîmiqratî Kurdistanî bi serokatiya sekretêra PYDK mamosta Fesla Yûsif,û hin ji endamên desteya rêveber, serdana ofîsa encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê kirin ya bi ser ENKSê ve.

Herwiha şanda PYDKÊ hat pêşwazîkirin ji aliyê serokê xwecihiya bajarê Amûdê birêz Elî Begarî û hin endamên xwecihiyê .

Di derbarê vê yekê de,mamoste Îsa Hac Taha endamê desteya rêveber ya PYDKê ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Serdana şanda partiya me bi serokatiya sekretêra PYDKê mamosta Fesla Yûsif ji encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve,ji bo pîrozbahiya wê bû li ser vekirina ofîsa wan ji nû ve”.

Herwiha Taha got:

“Di derbarê vê serdanê de, Xanim Fesla Yûsif axivî û hemû bûyer û pêşketinên herî dawî yên siyasî anî ziman û bi taybet bi awayekî berfire li ser pêşketinên herî dawî ji danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de,û di derbarê wê de,rawestiya li ser giringiya serdana şanderê Emrîkî yê taybet ji bo karûbarê Sûriya birêz Cêms Cêvrî li herêma Kurdî û hevdîtina wî bi her du şandên ENKSê û PYNKê re,Û xanim Fesla Yûsif tekez kir li ser giringiya rola ENKSê ji bo nêzîkirina aliyên Kurdî di vê qonaxa hestiyar de ya ku gelê me yî Kurdî li Sûriye têde derbas dibe”.

Herwiha Îsa Hac Taha got:

“Xanim Fesla Yûsif sekinî li ser serdana şanda Eniya Aştî û Azadî ji bo Mosko ya ku hatibû vexwendin ji aliyê wezareta derve ya Rûsiya bi awayekî fermî û hevdîtina wan bi wezîrê derve yê Rûsiya birêz Sîrgî Lavrof re”.

Herwiha mamoste Îsa Hac Taha di dawiya axaftina xwe de anî ziman û got:

“Her du aliyên beşdar hemû mijarên hatin şirovekirin,baş li ser hat gengeşekirin bi awayekî pirs û bersiv”.

Ragihandina ENKSê
Raport : Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.