المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HEVDÎTINEK DI NAVBERA PARTIYA YEKÎTÎ KURDISTANÎ -SÛRIYA Û TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ – SÛRIYA HAT LI DARXISTIN…

0 51

Di roja şemiyê 27.7.2019an de, hevdîtink di navbera partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya û Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriya li bajarê Qamişlo hat li darxistin, û mijarnî giring hatin giftûgokirin .

Di der barê vê yekê de, endamê ofîsa cîbicîkar ya Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriya mamoste Kazim Xelîfê naveroka vê dîtinê ji peyamnêrê me re ragihand û anî ziman :”Îro di roja şemiyê 27.7.2019an de, şandek ji partiya Yekîtî Kurdistan -Sûriye bi serokatiya Sekreterê partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya mamoste Silêman Oso li bajarê Qamişlo serdana baregeha tevgera me kirin û hatin pêşwazîkirin ji aliyê hevrêzê giştî yê TÇK-S mamoste Fêsel Yûsif û hin endamê ofîsa cîbicîkar û hevrêza giştî.

Herwiha Xelîfê berdewam kir ku her du aliyan bûyerên siyasî yên nû giftûgokirin, û li ser rewşa ENKSê baş hat sekinandin û tekez kirin li ser pêde karîye wê jî ber ku dibînin ENKSê navnîşaneke netewî û divê parastina wê bibe, û cihê wê jî rast û durist e rêkbera ramyariye dijî rêjîma faşist ê.

Herwiha Xelîfê berdewam kir ku Her du aliyan tekez kirin ku pêwîst e li ser kar û xebatên hevbeş ta pêdiviyên pêwist bibînin ji bo pêde karî û ragihandina hemû pêkhateyan û karîgerên ENKSê bikin, ta erênî  zêdegav bikin.

Herwiha mamoste Kazim Xelîfê endamê ofîsa cîbicîkar yê Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriye di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku her du aliyan tekez kirin li ser giringiya van dîtinên hevbeş ji bo nêzîkirin di raman û nerînan de.

Raport:ElîFetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.