المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HEVRÊZIYA GIŞTÎ YA TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ – SÛRIYE CIVÎNA XWE YA YASAYÎ BI NAVÊ HEVALÊ XWE “EBDELLA TERO” LI DARXIST..

0 68

Di roja  şemiya bûrî de , Tevgera çaksazî li Bajarê Qamişlo Civîna xwe ya yasayî lidarxist, ev yek jî bin navê hevalê Tevgerê “Ebdella Tero

Di derbarê vê yekê de mamoste

Tariq Emînakê endamê hevrêziya giştî ji nûçegehanê me re ragihand û anî ziman
:”Îro di roja şemiyê 27.7. 2019an de,hevrêziya giştî ya Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriye,li bajarê Qamişlo civîna xwe ya  yasayî bi navê hevalê me  “Ebdella Tero”

li darxistin bi beşdarbûna hevrêzê giştî mamoste Fêsel Yûsif , û li ser lîsta kar sekinîn bi rêkûpêk.

Di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Şoreşa rûmet û azadiyê û giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet li ser giyanê hevalê Ebdela Tero rawestiyan.

Herwiha di derbarê rewşa siyasî hemû bûyerên nû yên
siyasî,niştîmanî,Kurdî û Kurdistanî anîn ziman , Di der barê rewşa siyasî civatê li ser astengiyên rola opozisyonê rawestiyan,bi taybet li ser kirîza Sûriye pîştî heşt salan ji rewşa wêrankirinê,kuştin û barkirinê ya ku rêjîma Esed berdewam dike ji van karên xerab li ser gelê Sûriye.Herwiha Emînakê berdewam kir ku civatê bang civata navdewletî kir ta bi rola xwe rabe û vê kirîza bi dawî bike ji bo gelê Sûriye bi awayekî xwedî rûmet û azad di hindirê welatê xwe de bijî.

Herwiha Tariq axaftina xwe berdewam kir ku hevrêziya giştî di derbarê rewşa Kurdî jî givtûgo kirin,bi taybet li ser biryarên rêveberiya PYDê yên tekane pê radibe bi zora çekê û hevpariyek rast bi ENKSê re napejirîne ji bo gihiştina yek helwesta Kurdî ji bo têkefe bin xizmeta dosaya gelê kurd.Û civatê tekez kir li ser ku pêşxiriya Ferensa gaveke baş e,ji bo diyalgê di navbera ENKSê û PYDê de.Û ta ku ev pêşxiriya temam bibe,divê PYDê ji aliyê xwe de,akarnî keşî xwezayî ji bo diyalgê ava bike.Ta bighên helwestek hevbeş ji bo xizmeta doseya Kurdî li Sûriye û bi kar û piştgirtiyek hevbeş jî ji bo avakirina sîstemek dîmiqratî hemelayenî,û makezagonek ji bo bi cih kirina mafê gelê kurd û hemû pêkhatiyên gelê Sûriye têde were izbat kirin.Û ji bo parastina herêmên Kurdî ta wek herêma Efrînê neyê serê gelê kurd.

Herwiha endamê hevrêziya giştî Tariq Emînakê berdewam kir ku civatê, rewşa ENKSê baş şirovekirin û tekezkirin li ser pêxistina rola ENKSê û pêdekariyê wê ji ber ku ENKSê navnîşanek û serketineke netewiye divê kar û xebat bibe ji bo hemû astengiyên li himberî riya wê bên rakirin û avakirinek li ser bingeha sezeyan û hevpareyan bên avakirin.

Herwiha Emînakê berdewam kir ku civatê li ser rewşa rêxistinî jî baş sekinîn û hin pêşînyar jî hatin sitendin ji bo pêşketina karê rêxistinî.Û tekez kirin li ser giringiya hevdîtinên şêwermendiyê ji ber ku rewşek e rêmaniye ya ku Tevgerê ji wê destpêkiriye.Ji ber ku hemû kesayetên ramyar,civaknasî,rewşenbîr û rêxistinên civaka sivîl dibin xwediyê biryarê.

Raport : Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.