المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Korona û Zehmetkêşiyên hemwelatiyên Kurdistana Sûrîya ku dibînin

0 81

Welatiyên bajarê Qamişlo ya Kurdistana Sûriyê gelek zehmetkêşiyan dibînin di debara dabînkirina pêwîstiyên jiyana xwe yên rojana de, û naxasim weku kirîza nan û xazê û herwiha tunebûna avê û elektrîkê li piraniya Taxan , û ev yek bê guman dibe Cihê nerazîbûna xelkên vî bajarî ku ew nikarin nanê zarokên xwe û pêdeviyên xwe bi awayekî giştî bi dest bixin.

 

Û herwiha ji rexekî dî ve piştî biryara qedexaya hatûçûnê û rawestandina kar  ku hat ragihandin li seranserî Kurdistana Sûriyê ji bo rêgirtinê ji belavbûna nexwaşiya koronayê ji bo “15 ” rojan were dirêjkirin, û her ji ber vê yekê Welatiyên bajarê Qamişlo nerînên xwe derbarî vê yekê de ji malpera ENKSê re danaxuyakirin : ku ji ber zêdebûna hejmara pêketiyan bi nexwaşiya koronayê, di vê demê de qedexaya derketina derva pêwîst e û yek ji baştirîn rênimayên xweparastinê ye, lê berdewam kir ku di heman demê de bandora wê ya neyênî jî gelek xirabe li ser rewş û jiyana Welatiyên hejar ku karê destan yê rojana dikin.

 

Û herwiha welatiyekî din ji “Taxa Cûdî ” derbarî rewşa jiyana têde derbas dibe , bi zelalî ji malpera ENKSê re anî ziman : Biryara qedexaya hatûçûnê baş e ji bo parastina jiyana mirov, lê ji rexekî din ve em neçarên rojana demjimêrên dirêj li pêşiya nanxaneyê li bendî nan bimînin û herwiha ji bilî vê yekê em gelek alozî û zehmetkêşiyan dibînin di dabînkirina Xazê û xwestekên malbatên xwe yên rojana, û em hêvî dikin ji aliyên berpirsîdar ku di dema qedexayê de alîkariya malbatên hejar bikin..

 

 

Û herwiha tê zanîn ku ji ber zêdebûna hejmara tûşîbûyan bi nexwaşiya koronayê li navçeyên kurdî de, roja pêncşemê” 6″ê tebaxa “2020 ” an biryara qedexayê hatûçûnê hate destnîşan kirin ji bo dema “15 ” rojan,

 

Û herwiha li gorî hatî ragihandin ku hejmara pêketiyên nû bi koronayê îro roja Înê “7” tabaxê, gihiştiya “12” kesan, ji wan” 8″ kes li Qamişlo ne û “3” ê li Reqayê ne, û” 1 ” li Til Koçerê ye, û bi vî awayî hejmara dawî ji tûşîbûyan “66” heya niha hatine tomarkirin.

 

Û herwiha li navçeyên di bin desthilata rêjîma Sûriyê de hejmara wan gihiştiya “999” kesî, û ji wan “311” ji vê nexweşiyê başbûna…

 

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport :Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.