المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HESEKÊ:ŞANDEKE JI XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ SERDANA ROJNAMEVAN DARA EBDO Û RÊXISTINA HESEKÊ YA PDK-S KIR.

0 126

Di roja Înê 22.4.2022an de ,şandek ji xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve,bi serokatiya mamoste Omer Emo serokê Xwecihiyê serdana Nûçegihanê kanala ARKê Birêz ” Dara Ebdo”kir yê ku serbest hatibû berdan ji girtîgehên PYDê yê ku di 19ê sibatê de hatibû girtin.

Û di 15.4. 2022’an de, Rojnamevan Sebrî Fexrî û Ehmed Sofî û Dara Ebdo ji girtîgehên PYDê de serbest hatin berdan .

Herwiha serdana xwecihiyê ji rêxistina Hesekê ya PDKSê re ,ji bo şewitandina ofîsa wê ya bajarê Hesekê bû.

Wek tê zanîni di êvara roja Sêşemê19.4.2022’an de, Ciwanên Şoreşger ên bi ser PYDê ve, êrîşî ofîsa PDKSê ya bajarê Hesekê kirin Û molotof avîtin ofîsê û agir pêxistin û hemû alavên ofîsê hatin şewitandin.

Herwiha şanda xwecihiya Dirbêsiyê ji aliyê mamoste Beşar Emîn,endamê ofîsa siyasî ya PDKSê û hin endamên rêxistina Hesekê û birêz Dara Ebdo ve hatin pêşwazî kirin.

Herwiha serokê xwecihiya Dirbêsiyê M.Omer Emo,bi navê xwecihiya Dirbêsiyê êrîşkirina li ser ofîsa PDKSê û şewitandina wê bi tundî şermezar kir û got ev kiryarên xerab dikevin xizmeta berjewendiyên dijminên doza gelê Kurd.

Û ji aliyekî dî ve,pîrozbahiya Rojnamevan Dara Abdo jî kir ji bo serbestberdana wî ji zindanên PYDê de.

Û ji aliyekî dî ve,mijarnî giring ji aliyê her du aliyan ve,hatin gotûbêj kirin.

Di dawiyê de,endamên rêxistina Hesekê ya PDKSê spasiya xwecihiya Dirbêsiyê kirin û kêfxweşiya xwe li ser serdana wan dan diyar kirin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.