المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA TIL TEMIR BI BEŞDARBÛNA ENDAMÊN DESTEYA SEROKATIYA ENKSÊ Û ENDAMÊ OFÎSA KARÛBARÊ ENCÛMENÊN XWECIHÎ CIVÎNA XWE YA YASAYÎ LIDARXIST.

0 71

Encûmena xwecihî ya bajarê Til Temir ya bi ser ENKSê ve, di roja Şemiyê 23.4.2022an de, civîna xwe ya asayî bi beşdarbûna mamoste Nimet Dawid û xanim Fesla Yûsif endamên desteya serokatiya ENKSê û mamoste Mahmûd Hac Elî, endamê ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve lidarxist.

 

Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre li ser lîsta kar rawestiyan.Di derbarê rewşa rêxistinî û siyasî de.

Di destpêkê de,hemû beşdar hatin bixêrhatin ji aliyê serokê xwecihiyê birêz Qasim Xelîl û piştre Di derbarê rewşa rêxistinî de, rapora ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin.

Herwiha civat bi dirêjî, li ser rewşa rêxistinî rawestiyan û tekez bû li ser berdewamiya kar piştî şewitandina navenda xwecihiyê ji aliyê komên çekdar ên bi ser PYDê ve.

Derbarê rewşa siyasî de:

Birêz Nimet Dawid behsa pêşhatên siyasî yên dawî li ser dîmenên navdewletî, herêmî û navxweyî kir, bi taybetî aloziya vê dawiyê, şewitandina ofîsên Encûmena Niştimanî û partiyên wê, ji aliyê hêzên çekdar ên bi ser PYDê ve.

Herwiha Dawid, bi dirêjî behsa nexşerêya karê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ji dema damezrandina wê ve kir.

Di dawiya civînê de, endamên desteya serokatiya ENKSê serdana navenda xwecihiya Til Temir kirin .

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.