المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ: KOMEKE ÇEKDAR ÊN BI SER PYDê VE BI BOMBEYEKE DENGÎ MALA ÇALAKVAN NÎZAMEDÎN ELÎKO DIKE ARMANC.

0 72

Di pevçûneke nû de, li dijî hêzên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê,komên çekdar ên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di demjimêr nêzî dudan de, serê siba roja Înê 22.4.2022’an, êrîşî mala çalakvanê siyasî,endamê xwecihiya bajarê Dirbêsiyê ya bi ser ENKSê ve li bajarê Dirbêsiyê kirin ku derbasî qonaxa tolhildanê ji kesan bibe piştî şewitandina hejmarek ji ofîsên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û hin partiyên wê.

 

Di derbarê vê yekê de,çavkaniyekî taybet ji malpera me ya ENKSê re, ragihand û anî ziman:

 

“Di demjimêr nêzîkî dudan de,serê siba roja Înê 22.4.2022’an Çekdarên PYDê êrîşî mala endamê xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve li Dirbêsiyê Nîzamedîn Elîko kirin û bombeyek deng avêtin ser mala wî û ziyanên madî çêbûn û tirs û alozî di nav malbat û zarokan de çêbû. li mal û taxa ku hat armanc kirin “.

 

Wek tê zanîn ku ev êrîş piştî daxuyaniya PYDê hat ku têkiliyeke xwe ya nêzîk bi Partiya karkerên Kurdistanê re piştrast kir, gotinên wê yên xiyanetkar qebûl kir û ofîsên ENKSê û partiyên wê şewitandin, ku tê de hewl dide hincetên civakî çêbike ku kolanan li dijî Encûmena Kurdî vegerîne.

 

Hêjaye gotinê ku gelek caran mala mamoste Nîzamedîn Elîko,endamê xwecihiya Dirbêsiyê ya bi ser ENKSê ve hatiye êrîşkirin bi awayên cuda ji aliyê Ciwanên Şoreşger ên bi ser PYDê ve.

Ragihandina ENKSê

Roport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.