المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandek ji PYDKê serdana gora helbestvanê kurd Cegerxwîn

0 90

Îro roja înê 22ê Cotmeha 2021″an, bi boneya salvegera 37emîn li ser koçbarkirina helbsetvanê kurd ” Cegerxwîn ” şandek ji Yekîtiya Demokrata Kurdistanî serdana gora helbestvanê nemir Cegerxwîn xwîn kirin …

Û herwiha ev şand bi serokatiya M. “Fesla Yûsif ” sekirtêra partiya Yekîtiya Demokratî û hin endam û serkirdayetê wê partiyê…

Û di derbarî vê salvegerê de ” M , Fesla Yûsif ” sekirtêra PYDKê gotinek pêşkêş kir û têde rol û ramanên helbestvanê kurd yên dewlemend û giran bûha di kultûr û çand û wêjeya kurdî de û her di nivîsandina helbest û çîrokên cûrbicûr ku li ser êş û azarên miletê kurd dinvîsand..

Û ji rexekî dî ve jî M, Fesla” derbarê rol û kar û xebata wî di warê siyasî û tevgera kurdî de anî ziman…

Û hêjaya were gotin ku helbestvanê kurd saydayî ” Cegerxwîn ” xwediyê rol û karîzmeyeke dîrokî di çand û wêjeya kurdî de bû ..

Seydayî ” Cegerxwîn ” xwedan berhemên giranbûha û pir bi qîmet li pişt xwe hiştin û gelek hunermendan berhemên wî yên dewlemend ji helbest û çîrokên netewayî û evînî û ziman kirin stran û li ser zimanê her kesekî tên gotin…

Û saydayê ” Cegerxwîn “êş û zor û zextên miletê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê di nivîsandina helbestên xwe de ji cîhanê re dide nasîn…

Û tê zanîn ku helbestvanê kurd” Cegerxwîn ” di 22ê Cotmeha sala 1984an, li paytexta Swêdê li bajarê Stockholmê koça dawî kir , lê çirûskên helbest û çîrokên wî her wê zindî bimîne di dilê her mirovekî de …


Ragihandina ENKS
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.