المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HESEKÊ: ŞANDÊN CUDA SERDANA PEYAMNÊRÊ ARK DARA ABDO LI OFÎSA PDK-Sê DIKIN.

0 83

Bi bonya serbestberdana peyamnêrê kanala ARKê Birêz ” Dara Abdo” ji girtîgehên PYDê yê ku di 19ê sibatê de hatibû girtin.

Li ofîsa PDK-Sê ya bajarê Hesekê di roja şemiyê 16.4.2022’an de merasîmên pîrozbahiyê û pêşwazîkirinê destpêkir.

Herwiha di roja şemî û yekşemê de, hemû aliyan mîna nûnerên partiyan û encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve û endam û alîgirên ENKSê serdana ofîsa PDK-Sê kirin û ji aliyê serkirdeyên PDK-Sê ve hatin pêşwazîkirin..

Wek tê zanîn di 5.2 2022’an de, komên çekdar ên bi ser PYDê ve, rojnemavanê kanala ARKê” Sebrî Fexrî, ji bajarê Qamişlo revandin Û di 19.2 2022an, û her du peyamnêrên kanala ARKê û RÊBAZ “Dara Ebdo” ji bajarê Hesekê û herwiha “Ehmed Sofî “ji gundê Bana Qesrê yê bi ser bajarê Dêrikê ve ji aliyê çekdarên PYDê ve, hatibûn revandin.

 

Herwiha di roja 15.4. 2022’an de, rojnemavan Sebrî Fexrî ” Ehmed Sofî û Dara Ebdo ji girtîgehên PYDê de serbest hatin berdan .

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.