المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Dêrik.. Xelkên bajar PDK-Sê pîroz dikin bi serbest berdana endamên wê ji zindanên PYDê

0 65

Li bajarê Dêrikê PDK-Sê bêşwaziya mêhvanan dike bi helkefta serbestberdana endamê komîteya Herêmî ya PDK-Sê û peyamnêrê kenala ARKê Birêz ” Ehmed Sofî ” ku di 19ê sibatê de hatibû girtin…

Û ev yek bi serdana şand û nûnerên partiyan û encûmena Niştîmanî û ji aliyê endam û alîgirên wê partiyê ve tên pêşwazîkirin..

Û herwiha tê zanîn Ku di 5ê sibata 2022an, rojnemavanê kenala ARK ê” Sebrî Fexrî ” endamê komîteya herêmî ya PDK-Sê ji bajarê Qamişlo ji aliyê girûpên çekdarên bi ser Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê hatibû revandin ..

Û di 19ê sibata 2022an her du peyamnêrên kenala ARK û RÊBAZ “Dara Ebdo” ji bajarê Hesekê û herwiha “Ehmed Sofî “ji gundê Bana Qesrê yê bi ser bajarê Dêrikê ve ji aliyê milîsên PYDê ve bi tometên dûr ji rastiyê hatibûn revandin…

Û herwiha roja 15ê Nîsana 2022an, rojnemavan Sebrî Fexrî ” Ehmed Sofî û Dara Ebdo di zindanên PYDê de serbest hatin berdan ..

 

 

Ragihandina ENKSê

Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.