المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HESEKÊ: NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA HESEKÊ YA ROJAVA YA BI SER ENKSÊ VE .. 

0 81

Encûmena Xwecihî ya Rojava li Hesekê ya bi ser ENKSê ve, di roja duşemê,30.8.2021ê de, li navenda encumena xwecihî civîna xwe ya asayî li dar xist.

Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên Kurd û Kurdistanê û Mela Mistefa Barzanîyê nemir dest pê kir, û piştre li ser lîsta kar rawestiyan.

di derbarê rewşa rêxistinî de, rapora hatîye ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin û hemû endam hatin agahdarkirin bi biryarên nû, û hat tekez kirin li ser pabendî bûna civatan.

Herwiha Ji aliyê siyasî ve, endaman geşedanên dawîn ên rewşa siyasî li Sûriyê û Kurdistanê gotûbêj kirin.

Beşdaran êrîşên rêjîma Sûriyê li ser bajarên Sûriyê şermezar kirin, nemaze ku çareseriyên leşkerî û ewlehî yên rejîmê ti sûdê nakin, û ku Sûriye di krîzeke qeyrana siyasî de ye û li gorî biryarên civaka navdewletî, bi taybetî biryara 2254 derbarê dîtina çareseriyek siyasî ji qeyrana Sûriyê re, pêdivî bi çareseriyên siyasî heye.

Herwih civatê, li ser serdana Serokomarê Fransayê Îmaniwêl Makron bo herêma Kurdistana Iraqê rawestiyan, ku endaman ev serdana dîrokî bilind nirxandin, nemaze ku serdan ji ber rola Fransa di piştgiriya gelê Kurd de xwedî girîngiyek mezin e. serdan, beşek, rastiya Kurdistana Sûriyê, û pêwîstiya alîkariya Fransa ji bo piştgiriya diyaloga kurdî-kurdî nirxand.

 

Di dawî de, endaman çalakiyên civakî yên encumenê, girîngiya danûstendina bi kesayetên neteweyî û civakî re, gengeşe kirin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.