المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA PAKREWAN CIWAN ELQUTNA CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XIST…

0 79

Di roja sêşemê 31.8.2021ê de, encûmena xwecihî ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî li dar xist.

 

Di destpêkê de xulekek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan .

Herwiha serokê xwecihiyê M.Umr Emo, rawestiya li ser rewşa rêxistinî.

di derbarê rewşa rêxistinî de, rapora hatîye ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin û hemû endam hatin agahdarkirin bi biryarên nû yên hatibûn derandin ji aliyê Emendariya giştî.

Û civat bi awayekî berfire li ser rewşa rêxistinî rawestiya, di derbarê pêşketina xwecihiyê de û bi pêkanîna wê di nava cemawer de, û tekez kir li ser Pabendîbûn û beşdarbûna civatan, bi taybet beşdarbûna bûyeran.

Herwiha xwecihî rawestiya li ser hemû bûyerên herî dawî yên siyasî û bi taybet li ser rewşa kurdî -kurdî di derbarê têgihiştinên herî dawî ji danûstendinên Kurdî di navbera ENKSê û PYNKê de.

 

Civat rawestiya li ser hevdîtina destaya serokatiya ENKSê bi şanderê Emrîkî re.

Herwiha civat bi awayekî berfireh rawestiya li ser naveroka civat ENKSê ya herî dawîn, û di nav de, amedebûna kongirê ENKSê yê bê lidarxistin hat gengeşekirin.

 

Ji aliyekî din jî civat rawestiya, li ser êrîşkirin û topbarankirinên herî dawîn li ser bajarê Til Temir û Ebû Rasên û gundewarê wan ji aliyê Tirkiya û komên çekdar yên bi ser wê ve, di derbarê wê de civatê bi tundî wê şermezar kir, Ku devera Zirgan Ebû Rasên, tê de bû û di encamê de xelk ji gund û bajarên xwe koçber kirin, û civatê tekez kir ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ji hemû aliyan daxwaz dike ku pabendî agirbestê bin û şert û mercên sivîlên ku dijîn di xeta têkiliyê de, û bang li Rûsiya û Emerîkayê dikin ku destwerdanê bikin û pêşî li van êrîşan bigirin.

Herwiha civat rawestiya li ser rewşa aborî, bi taybet piştî daketina nirxê lîreya Sûrî li hember nirxê dolarê Emrîkî û estengiyên jiyanê bi taybet di vê sala hişk û zuha de.

 

Herwiha hemû mijarên hatin şirovekirin, ji aliyê beşdarbûyan ve, hatin gengeşekirin bi awayekî zelalmendî.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.